Dewleta Tirk a dagirker êrişî gundên sînor ên Bakur û Rojhilatê Sûrî dike

Hêzên ewlekariya Hundirîn a Bakûr û Rojhilatê Sûrî bi daxuyaniyekê ragihand ku dewleta tirk a dagirker êrişî heremên sînor dike.

Navenda Nûçeyan – Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûrî bi daxuyaniyekê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker ji danê sibehê ve gundên ser sînor ên Bakûr û Rojhilatê Sûrî bombebaran dike.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kirin:

“Îro duşemê (8’ê Tebaxê) serê sibeha artêşa Tirk a dagirker hejmareke gundên sînorî topbaran kirin.

Gundên hatine topbarankirin û hejmarên topan wiha ne: Gundê Til Zîwan ê gundewarê bajarê Qamişlo (2 topên hawanê), gundê Xanîka yê gundewarê Amûdê (3 top), bajarokê Zirganê (3 top), gundê Çetelê ê gundewarê Dirbêsiyê (3 top).”