Dewleta Tirk 2 gundên Metîna topbaran kir

Balafirên şer ên dewleta Tirk gundên Belave û Guherzê yên herêma Metîna ya Başûrê Kurdistanê topbaran kir.

Navenda Nûçeyan- Hat zanîn ku balafirên şer ên dewleta Tirk gundên herêma Metîna ya bajarê Dihokê yê Başûrê Kurdistanê  topbaran kiriye.

Li gor nûçeya Rojnewsê ku ji çavkaniyên herêmî hatiye girtin, gundên Belave û Guherzê ji aliyê balafirên şer ve hatine topbarankirin. Piştî êrîşê der barê xisar û ziyanên canî li herêmê de ti agahî nehatin bidestxistin.