Dewlet tu alîkarî neda erdhejzedeyên Bazarcixê

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz diyar kir ku li Bazarcixê di bin kavilan de gelek kes hene û got, “Divê ji bo Bazarcixê demildest kevin nav tevgerê. Di warê stargeh, germkirin û xwarinê de pirsgirêka gel heye.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Mereş – Li bajarê ku heta niha zêdeyî hezar û 600 welatiyan jiyana xwe ji dest dane 941 avahî hilweşiyane. Hat diyarkirin ku li Bazarcixê hê jî bi hezaran kes di bin kavilan de ne. Heyeta Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) gelek wekîl şandin 10 bajarên ku erdhej lê pêk hat. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz ku çû navçeya Bazarcix a Mereşê ku navenda erdhejê ye, rewşa dawî ya welatiyên li navçeyê û bûyerên qewimî ji ajansa me re parve kir.

'Di bin kavilan de mirov hene'

Salîha Aydenîz, anî ziman ku wan li tevahiya navçeyê geriyan, her wiha bal kişand ku 36 saetan ti tîmên rizgarkirinê nehatine bajêr. Salîha Aydenîz, anî ziman ku mirov nikarin pêdiviyên xwe yên jiyanî yên av, xwarin û stargehê bi dest bixin û wiha got: “Li vir hilweşînên pir giran hene, ji xeynî hilweşandinê ziyanên pir mezin hene. Me dît ku heta niha ji aliyê rayedarên dewletê û AFAD'ê ve der barê van xisara de tu tedbîr nehatine girtin. Tenê îro danê sibê heyeteke AFAD'ê hat û em dizanin ku ekîb bi kêmasiya amûran hatine û tiştek nekiriye. Hîn gelek enqz hene, em dikarin bibêjin ku di bin van kavilan de gelek kes hene.”

‘Ne av ne jî xwarin ji xelkê re hat dayîn’

Salîha Aydenîz, anî ziman ku ne şaredarî û ne jî qeymeqamtî xwarina germ û ava germ li mirovan belav nakin û wiha got: “Heta şeva borî dengê hin kesên di bin kavilan de ji me re hat. Ji bo mirovan tu alîkarî nîn e. Li vir bertekên pir cidî li hemberî wan hene. Ji vir şûnde serdana me wê li Elbîstanê bidome. Ji bo Bazarcixê divê demildest tevbigerin. Mirov hewceyê xwarinê bingehîn e. Pirsgirêkên xanî û germkirinê hene. Divê di zûtirîn demê de ev pirsgirêk bên çareserkirin. Kesên dilxwaz hene, lê kesek tune ku dilxwazan koordîne bike. Di vê demê de em hewl didin bi lêkolînên li ser pêdiviyên bingehîn ên gel alîkariyê bikin.”