"Dewlet netew hovîtiya Erdogan dipejirînin"
Hevseroka Meclîsa kantona Kobanê Leyla Ehmed di derbarê kiryar û faşîzma dewleta tirk li ser penaberan de wiha got: "Em vegerin welatê xwe ji dijmin biparêzin, nehewceye ku dijmin me di nava xwe de qetil bike."
DILUCAN BOZÎ
Kobanê - Ji ber şer û pevçûnên li tevahiya Sûriyê bi milyonan mirov rastî koçberiyê hatin. Welatiyên Bakur Rojhilatê Sûriyê-Rojava jî, ji ber sedema êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yê girêdayî dewleta tirk li ser kantona Kobanê û derdora wê, gel neçarî koçberiyê bûn. Welatiyên xwe li sînorê Tirkiyê qelibandin û derbazî aliyê Tirkiyê bûne ji wê demê heya niha rastî tundî, destdirêjî, revandin, kuştin, taczî, tecawîz, talan û wêrankirinê hatin. Ji van gelekan xewin û xeyalên xwe winda kirin, zarok bi zaroketiya xwe şa nebûn, dayik bi dîtina zarokên xwe têr nebûn. Ji xwe her tim jin bedelên herî giran dide û rastî işkenceyê tê, bi taybet dema ku dayik be hîna zehmetir e. Ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê û dewleta tirk li ser Kobanê di 2014'an de gel mecbûrî koçberiyê bûn û berê xwe dan sînorê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê. Penaberên ku niha li bajarê Tirkan dijî jî, rojane rastî işkence û kuştinê tên bi taybet penaberên Sûriyê. Di vê çarçoveyê de Hevseroka Meclîsa kantona Kobanê Leyla Ehmed nirxandinên giring kir.
"Ji ber penabere û Kurd de tê kuştin"
Leyla teqez kir ku di bin navê qaşo parastina penaberan dike tên kuştin û wiha got: "Di dawiya 2011'an de aloziya Sûriyê destpêkir û her der bû qada şer. Ji bo vê jî me jî wek herêma Bakur Rojhilatê Sûriyê para xwe ji vê serhildan an jî şoreşê girt. Dema ku dewleta tirk çeteyên xwe derbasî nava herêmên me kirin, ji milê xwe ve jî sînor li pêşiya gelê koçber vekirin. Lê em her kes dizanin ku çima dewleta tirk sînorê xwe ji gel re vekir. Yek ji bo berjiwendiyên xwe, dûyemîn ji bo van koçberan her tim wek çek li bermberî dewletan bi kar bîne ku ez xwedî li wan derdikevin an wan diparêzim. Ji xwe ev gel di bin navê qaşo parastin, lê berovajî wê her roj derbas dibe û ne mumkine ku koçbereke an jî penabere ji Sûriyê be neyên işkence kirin an jî neyên kuştin. Dewleta tirk her di nava hewldanan deye ku metirsiyê di nava gelê herêmê de bide çêkirin çi bi rêka şerê taybet be ji bi rêka şerê çekdarî be. Hejmareke mezin niha ji penaberên Sûriyê li Bakurê Kurdistanê ne, dewleta tirk wan wek amur dide şuxlandin û hemû kiryarên hov bi serê wan de tîne."
"jiyana gundên li ser sînor di metirsiyêdeye"
Leyla di berdewamiya axaftina xwe de balkişand ser rewşa gundiyên li ser sînor û wiha pêde çû: "Ji dema ev sînor hat çêkirin û heya roja îroj jî şêniyên gundên li ser sînor di nava xeteriyê de ne. Şêniyên ku biçin zeviyên xwe biçînin an jî pezên xwe di nava erdên xwe de biçêrînin ne mumkine ku rastî kuştin û topbaranê neyin. Ji 2014 heye niha jî zarokên gundewarên Kobanê hîna jî rastî wan bermahiyên mayinên çeteyên DAIŞ'ê tên, gelek ji wan zarokan niha ling, dest û çavên xwe ji dest dane. Belkî bi dehan ciwan ji ber mayin û êrîşên dewleta tirk hatin kuştin. Hîn jî ev rewş li ser sînoran berdewam e. li Bakurê Kurdistanê jî gelek destdirêjî li ser penaberan tê kirin, her wiha bi hinceta ku ev penabere tê binçavkirin. Em koçber bibin û nebin jî em ji êrîşên dewleta tirk û çeteyên wî xilas nabin. Li ser axa xwe em tên kuştin. Ev êrîşên ku niha li ser herêmên me tên kirin û rojan e di êrîşan de zarok tên kuştin ji bilî her roj bê navber em di nava van êrîşan de ne. Gelek caran me dît ku dewleta tirk zarokên vî gelî dike sîxur û derbasî herêmê dike, bi vê yekê dixwaze gel Kobanê bi taybet bike cihê xirabûn û tevlîheviyê. Lewra cihê ku berxwedanî û têkoşîn hatibe çêkirin li wir dest bi xirakirinê dike."
"Bi destê dewleta tirk em her roj tên kuştin"
Leyla bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî dewleta tirk bi van êrîşan dixwaze metirsiyê di nava gel bide çêkirin da ku şerê xwe li hemberî hêzên me bi kar bîne û wiha bi dawî kir: "Em bi xwe gelê Kobanê jî ji bilî ku em behsa koçberan bikin, bê navber balafirên dewleta tirk li ser asîmanên Kobanê, Sirîn, Eyn Îsyayê û gundewarên Girê Spî digerin. Gelek caran li navenda Kobanê û gundên Kobanê balafên dewleta tirk herêmên me topbaran kirine. Ne tenê em Kurd di nav pilanên dewleta tirk dene gelê Ereb jî hedefgirtiye. Ji ber ku kijan pêkhate pirojeya netewa demokratîk bipejirîne ew dibe dijminê dewleta tirk. Li Bakurê Kurdistanê û li hermên dagirkirî tu ferqa wan êrîşên Erdogan tuneye, ji ber faşîzma wî li tu deveran nayê pejrandin. Dewleta tirk dewleteke nîjadpereste tu kesî ji bilî xwe qebûl nake. An divê her kes li gor fikrê DAIŞ'ê tevbigere an jî divê bê kuştin, ji bilî vê yekê tirkiyê qebûlnake. Ji xwe Erdogan Htler derbas kiriye. Banga min ji kesên meyên Sûriyê re heye ku berê bidin welatên xwe, ji ber ku welatên xerîban ji mere nabin war, divê em warê xwe biparêzin û bi yek destî em li dijî van kiryaran bisekirin."