'Dêûbavtiya bi hişmend bingeha mezinbûna nifşekî bihêz ava dike'
Derûnnas Rîma el-Gacerî destnîşan kir ku ji bo bidestxistina wekheviya zayendî, pêdivî bi avakirina hevsengiyek di navbera rolên mêr û jinan de heye û got, "Dêûbavtiya hişmend bingeha mezinbûna nifşek hevseng ava dike."
ROŞÊL CANYOR
Suweyda — Di civakên ku feraseta mêr serdest e, zarokên keçik, ji temenê biçûk ve bi tirs û qedexeyan; bi pejirandina otorîteya bav û bira tên mezinkirin. Di jiyana rojane de ji lixwekirina cil bigre heta tona deng, heta nîqaş û daxwaza ji bo mafên xwe, zarokên keçik di bin kontrolê de tên girtin. Îtirazeke herî biçûk jî weke “terbiyeya şaş” tê binavkirin. Gelek caran berpirsyarên vê yekê jî davêjin ser dayîkan.
Aktivîst Amal el-Ceber, got ku civak çiqas xwedî perwerde û zana be jî zarokên keç “kêm” dibîne; law jî weke berdewamiya nifş û paşnav, di pêşerojê de ji bo dayîkê weke temînat û mîras her wiha stûna malê tê dîtin û balê dikşîne ku ev feraset bi zarokên keç re piştî mezin dibin hesta biçûkdîtina xwe çêdike.
Li gorî El-Ceber dayîk, tevî yên herî zêde ji pergalê zirarê dibînin dayîk in di vî warî de jî zext li wan tê kirin. Loma di ser dayîkan de ji zarokên keç re tê gotin ku divê dengê xwe kêm bikin, ji hevjîn, bav û bira re îtaet bikin û bi gotinên; “cihê te mala hevjînê te ye” dixwazin jinan bêdeng bikin. Ev yek ji baweriyê zêdetir ji ber tirsa nêrîna civakê çêdibe.
Jin di navbera zanîna xwe û çewisandina civakê de dimînin
Amal el-Ceber, diyar dike ku keçeke ciwan a perwerdebûyî û xebatkar jî tevî ku bi maf û berpirsyariyên xwe dizane jî; di bin zextên civakê de dimîne, li dijî zulm û şîdeta ku dibîne, bêdeng dimîne. Di mijarên mîrasê de jî; ji ber gotinên mêr, mafê mîrasê yê gelek jinan tê desteserkirin û wiha didomîne: “Mêr her çendî dizane ku di extiyariya wî de dê keça wî xwedîtî lê bike jî; di gelek waran de mafên jinan nayên dîtin. Weke ku jin nikaribin berpirsyariya malî û hiqûqî bigrin, di bin zextan de bi dilxwazî dest ji mafên xwe berdidin.”
Amal el-Ceber bal kişand ku divê rola dayîkê cuda be û got ku divê bikaribe ji keça xwe re bibêje ku tiştên wê jiyane ew nejî, di warê zanîn, heêz û azadiyê de jê re bibe destek. Her wiha diyar dike ku azadiya jinan nayê wateya kaosê, dijberî wê xwe dispêre rêgezan.
Rîma el-Gacerî ya ku ji beşa şêwirmendiya psîkolojîk mezûn bûye û hê jî di zanîngehek taybet de doktorayê dike li ser şaşiyên ku di perwerdeyê de ji nifşan digihîjin nifşan disekine. Balê dikşîne ku perwerdeyek baş, divê xwedî cesareta hevrûbûna bi zextên çandî û civakî re be; lewre derdora ku zarok tê de mezin dibin faktora herî girîng e li ser kesayet û derûniya mirov.
Li gorî Rîma El-Gacerî, dayîkek ku bit irs, qedexe û kontrolê zarokatiya xwe derbas kiribe gelek caran bêyî ku hay ji vê yekê hebe, bi heman tiştî bi zarokên xwe dide hînkirin. Dibêje qey tştên ku li dijî wê hatine kirin “rast” in. Ji ber ku di nava qalibeke civakî ya ku destûr nade azadiya wê de mezin bûye, guherîn jê re zor e. Ji ber ku di encamê de zarok van qaliban mînak dirin; bawer dikin ku dayîk her dem mafdar in û bi şeşiyên perwerdeyê re jî ev yek têkûz dibe.
Zexta civakî û çandî
Rima el-Gacerî dibêje ku civakên xwedî kevneşopî pêşketî bin jî ji ber şaşiyên perwerdeya ku ji zarokatiya xwe ve dîtine zirarê dibînin û wiha didomîne: “Ev zexta civakî, nahêle têkiliyên baş çêbibin û pêşketinek baş çênabe. Çewisandina zêde, pêşî li pirsgirêkên derûnî vedike, çareseriya vê yekê jî ew ku e ku pisporiya derûnî hebe û semînerên çandî ji bo hayjêbûnê werin lidarxistin. Mêr rola jinan bi sînor dikin. Gelek caran pêşî li rola jinan a çalak tê girtin. Vê bêhevsengîbûnê bandorên nebaş li ser zarokan çêdike. Çareserî çêbûna hevsengiya di navbera jin û mêr de ye lewre lêkolîn nîşan didin ku jin xwedî kapasîteyek baş in lê ji ber zext û tirsê nikarin vê yekê nîşan bidin.”
Tevlîheviya di navbera parastin û kontrolê de
Rima el-Gacerî diyar dike ku her dayîk bi xwezayî xwedî hesta parastinê ye lê dema ku ev yek veguhere kontrolê, zarokên keç ji aliyê derûnî ve tên qelskirin û wiha dibêje: “Perwerde, rêbazên dîplomatîk û stratejiyên zelal dixwaze. Zordarî jî dûrxistinê çêdike. Şaşiyên di perwerdeyê de jî bi zarok re derûniyek nabaş çêdikin.”
Faktora bingehîn derdor e
Rîma el-Gacerî got ku faktora herî girîng derdora ku zarok lê mezin dibin e û wiha got: “Ger derdor erênî be, dê û bav bêyî ku bikevin nelihevkirinê, xwedî stratejiyek zelal bin; dê zarok ji aliyê derûnî û civakî ve bi tendirust bin, bi zoriyên civakê re hevrû bibin û xwedî hişmendî bin. Perwerdeyek rast û baş tenê xwe naspêre mîrasa paşerojê. Cesareta guherînê, bi hevkariya di navbera dê û bav û rolên jin û mêr de ye. Derdora baş û rast û perwerde, riya rizgariya ji şaşiyên ku ji nivşên berê hatiye girtin û avakirina nifşeke bi tendirust e."