‘Desthilatdarî ji bo hedefên xwe dibistanan bi kar tîne’
Endama Komîsyona Polîtîkayên Perwerdeyê ya DEM Partiyê Emîne Akyazili diyar kir ku ‘di rejîma yek mêr’ de polîtîkayên tekane di sîstema perwerdeyê de berdewam dikin û got: “Tirkiye ji aliyê dîrokî ve pêvajoya herî zehmet dijî.”
SARYA DENÎZ
Navenda Nûçeyan- Li Tirkiyeyê sîstema perwerdeyê bi taybetî di demên dawî de yek ji qadên herî bi pirsgirêk e. Li gel xizaniya kûr a li welat tê jiyîn, ji derveyî tiştên ku zarokan jiyane, dibistanên yektîp empozeyî zarokan dikin, weke navendên ku newekheviya zayenda civakî, cihêkariyê dikarin werin pênasekirin.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di rojên borî de konferansek ku sîstema perwerdeyê tê de hat nîqaşkirin li dar xist. Gelek navên ku di qada perwerdeyê de xebat didin meşandin, bi senavên guherîna di sîstema perwerdeyê de, kêmanî, metirsî û di mijara ku divê çawa be de axaftin hatin kirin. Em bi endama Komîsyona Polîtîkayên Perwerdeyê ya DEM Partî Emîne Akyazili re der barê sîstema perwerdeyê ya cudakar, asîmîlasyon û cihêkariya ji aliyê desthilatdariyê ve tê kirin de axivîn.
‘Polîtîkayên tekane bi hemû dijwariya xwe didomin’
Tesbîta ‘nasnameyên cuda û perwerdeya asîmîlasyonkar ku çandan red dike, bûye polîtîkaya bîngehîn’, bi taybetî di salên dawî de kurtasiya wêneyê desthilatdariya AKP’ê û hevkarên wê di sîstema perwerdeyê de ava kiriye. Emîne Akyazili, der barê vê tesbîtê de demên berê bîr xist û wiha got: “Polîtîkayên asîmîlasyonê, ji avakirina komarê ve li gorî pêvajoya netew- dewletê bûne, hatine avakirine. Jixwe ne li gorî roja me ne. Desthilatdaran ji wê demê ve heta niha di demên ku pêwîstî pê didîtin de gelek pêkanînên dijwar û bi zextê, her dem weke bingehîn polîtîkayên asîmîlasyonê şopandine. Ji dema avakirinê ve, avakirina nasnameya Îslam û Tirk, bihêzkirina wê û nasnameya nîjad û baweriyên ku ji derveyî vê dîminin tune hesibandin, der barê dûrxistinê de bernameyên perwerdeyê û mufredatên veşartî pêk anîne.”
Emîne Akyazili ji bo roja îro jî wiha got: “Îro di ‘rejîma yek mêr de’ ev polîtîkayên tekane bi hemû dijwariya xwe didomin. Tirkiye bi awayek dîrokî pêvajoya xwe ya herî bi zext dijî. Hewl dide jiyana perwerdeyê, di bingeha normên Îslamê de ji nû ve ava bike. Li aliyê din ‘rêveberiya yek mêr’ yanî rejîma îro ji bo berdewamkirina xwe hem vê yekê bi kar tîne.”
‘Desthilatdarî ji bo hedefên xwe hemû amûran bi kar tîne’
Emîne Akyazili da zanîn ku bi perwerdeyê, desthilatdarî hedef dike ku li gorî hedefên xwe yên îdeolojiya siyasî civakê ava bike û wiha got: “Ji bo vê hedefa xwe hemû amûr xistine dewrê. Mufredat, proje, protokol ‘projeya ez ji hewirdora xwe re hestiyar im, xwedî li nirxên xwe derdikevim’ ÇEDES û hemû polîtîkayên perwerdeyê hewl dide bi vê armancê pêk bîne. Desthilatdarî bi milîtarîst, yekane, bi polîtîkayên zarok û civakê pêvajoya avakirina polîtîk bi riya perwerdeyê berdewam dike. Projeyên ku bi weqfên cuda, komele û terîqetan hatin çêkirin û bi protokolan nehatin lêkolînkirin, rexne nakin, armanc dikin ku kesên îtaet dikin mezin bikin. Di vî alî de her tiştî dikin û perwerde ji bo van hedefan qadek guncaw e.”
‘Bêyî zimanê dayikê behsa perwerdeyê nayê kirin’
Li Tirkiyeyê perwerdeya bi zimanê dayikê, mijareke dûr û dirêj e lê belê divê mijarê de gavavêtin li aliyekî, hê li kolanan mirovên ku ji ber bi Kurdî axivîne tên lînckirin hene. Emîne Akyazili sîrayeta vê rewşê li dibistanan wiha anî ziman: “Li Tirkiyeyê di pêvajoya avakirina netew dewletê de, îdeolojiya yek milet, yek ziman û endezyariya pêşxistina civakê û polîtîkayên perwerdeyê, di civakê de serdest bûne. Gelê Kurd û gelên din ên ku zimanê wan ê dayikê ne Tirkî ye, daxwazên wan ên perwerdeya bi zimanê dayikê, heta xaftina bi zimanê dayikê hatiye qedexekirin. Nêzîkatiyên militarîst ên herêmê, operasyona perwerde û cihêkariyê kûr kiriye. Gelek ku mafê wî yê perwerdeya bi zimanê dayikê tê înkarkirin, mirov nikare bibêje ji mafê perwerdeyê sûdê digre. Di şertên mafê perwerdeyê de bidestxistin û di perwerdeyê de pêkanîna wekheviya derfetan, fêrbûna zarokan bi zimanê dayikê û hîskirina nirxdayîna zimanê dayikê û perwerdeya bi zimanê dayikê dest pê dike.”
Emîne Akyazili wiha got: “Têkoşîna mafê perwerdeyê ji ber ku tam nehatiye famkirin û weke tê xwestin nehatiye meşandin, naveroka perwerdeyê weke tê xwestin nehatiye nîqaşkirin û neketiye rojevê. Li welatê me daxwazên kesên ku tên binpêkirin yek bi yek anîna rojevê û pêvajoya têkoşînek kolektîf nayê bikaranîn.” Emîne Akyazili diyar kir ku ji bo behsa mafê perwerdeyê were kirin divê hemû nasnameyên çandan di perwerdeyê de cih bigrin, ên cuda di nava têkiliyên wekhev de hatin ba hev divê were xwestin ku hemû kes bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bibînin.
‘Nifşên dîndar û kîndar mezin nakin’
Polîtîkayên perwerdeyê li gorî pêwîstiyên rejîma otorîter teşe digrin. Eve nêrîna hevpar a perwerdekaran e. Serokomarê AKP’î Erdogan beriya salan gotibû ‘em dixwazin neslên dîndar mezin bikin.’ Li ser pirsa “neslê ku tê xwestin were avakirin çawa tarîf dike?” Emîne Akyazili wiha got:
“ÇEDES ku di çarçoveya bi hevkariya dibîstanên navîn û îmam hatîp ên girêdayî Wezareta Perwerdeya Millî, miduryetên werzîş ya bajar/navçeyan- navendên ciwanan ya girêdayî Wezareta Werzîş û Ciwanan, navendên Ciwanan a Diyanetê ya girêdayî Wezareta Karê Diyanetê tê meşandin, ev demeke li dibistanan çalakiyên cûda dikin. Li dibîstanan ku mamoste xizmeta perwerdeyê didin, bi projeya ÇEDES re li dibistanan mela, waiz, şêwirmendên manewî, memûrên ku girêdayî Wezareta Karên Diyanetê dixebitin, bi awayek derzagonê tên erkdarkirin, di bin navê perwerdeyê de polîtîkayên desthilatdariyê hewl didin empozeyî zarokan bikin.
Bi van hemû pêkanînan desthilatdarî hewl dide neslên dîndar û kîndar mezin bike lê belê mezin nabin. Ciwan ji dîn dûr dikevin. Di vê mijarê de tevî ku zextek zêde dike jî ne jin ne jî zarok/ciwan bi bandor nabin.”
‘Perwerde weke qada têkoşîna siyasî ye’
Emîne Akyazili destnîşan kir ku perwerde wek qada têkoşîna siyasî ye û got: "Divê em weke hemû pêkhateyên perwerdeyê li dibistanan, li hemû derdorên ku xebatên perwerdeyê lê tên kirin, têkoşîna xwe bi rêxistin bikin û bimeşînin. Bi nasnameyên xwe yên çandî tev li hawîrdora fêrbûnê bibin, bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdeyê bibînin û xwe weke welatiyên azad bi cih bikin. Yanî divê em têkoşîna mafê perwerdeyê bi hemû hêza xwe bidomînin. Divê em li welatê xwe ji bo birêxistinkirina perwerdehiya li ser esasê maf têbikoşin.” Emîne Akyazili ji bo pirsa “em çi cureyê perwerdeyê dixwazin?” got: “Divê em jî weke hemû kesên bindest û îstîsmarkirî bi awayekî komî bersiva vê pirsê bidin. Divê em ji nû ve di avakirinê de ber bi armancê ve biçin. Pêwîst e em hemû pêkanînên berxwedanê yên ji bo perwerdeya wekhev û azad civakî bikin û aştiya civakî pêk bînin.”
Emîne Akyazili di berdewamiya axaftina xwe de got ku Tirkiye di nava feqîriyeke kûr de ye û wiha domand: “Zarokên feqîr ên kedkar ji perwerdeyê dûr ketine, dewlet dixwaze zarokên Kurd û zarokên keç ji perwerdeyê dûr bikevin û destnîşan kir ku divê li dijî êrîşan têkoşîna hemû pêkhateyan, mamoste, xwendekar û dê û bavan were birêxistinkirin û got: "Ji ber vê yekê ji bo hemû hêzên demokrasî û kedê girîng e stratejiyeke têkoşîna civakî ya ku perwerdeyê jî di nav de ye bi pêş bixin."
'Jin û mêr ji nû ve tê avakirin'
Yek ji mijarên ku herî zêde di warê perwerdeyê de tê nîqaşkirin wekheviya zayendî ye. Emîne Akyazili der barê vê de wiha got:
“Tevî hemû axaftinên wekhevîxwaz û rêziknameyên hiqûqî, di şert û mercên civaka kapîtalîst de, pergala perwerdehiyê û dibistan ji bo nifşên nû qadeke girîng e ku hegemonyaya bîrdozî û siyasî û pergala nirxê baviksalarî ya ku tê de ava bûne, bixin hundirê xwe. Di hemû polîtîkayên perwerdeyê yên dawî de, nêzîkatiyên zayendperest û rolên zayendî yên kevneşopî tên xurtkirin, mafên jin û zarokên keç tên paşguhkirin. Lewma jinbûn û mêranî jî bi perwerdeyê ji nû ve tên avakirin. Pêvajoyeke ku ji bilî meyla zayendî ya heteroseksuel a ku di civakê de 'normal' tê dîtin, bi mekanîzmayên zext û tundiyê tên biçûkxistin, biyanîkirin û heta di asta dijminatiyê pêvajoyek tê meşandin."
'Divê nêzîkatiya perwerdeya berfireh were avakirin'
Emîne Akyazili, anî ziman ku veguherîn yekser nayê jiyîn û destnîşan kir ku guhertin bi perwerdeya demokratîk, wekhevîxwaz û azadîxwaz dikare bê avakirin û wiha pê de çû: “Di perwerdeyê de pêkanîna wekheviya zayendî pêwîst e. Divê perspektîfa jin a azadîxwaz û femînîst di hemû qonaxên perwerdeyê de serwer bin." Emîne Akyazili herî dawî ev tişt anî ziman:
“Nêzîkatiyên ku nirxên heyî yên zayendperest û baviksalarî xurt dikin bên terikandin û ji bo jin, LGBTI+ û zarokan nêzîkatiyek perwerdeya adil û giştî were avakirin. Divê mekanîzmayên ku bi bandor li dijî îstîsmara zayendî ya li ser zarokan, tundî û cudakariya li dibistanan têdikoşin û bêcezabûnê ji holê radikin, bên bicihanîn. Pergala perwerdeya li ser bingeha wekheviyê yek ji rêbazên herî bi bandor e ku di demek dirêj de li dijî tundiya li ser bingeha zayendî û cihêkariyê têdikoşe. Di vê mijarê de têkoşîna wekheviya zayendî ya li dibistan û hemû cihên ku xebatên perwerdeyê lê tên kirin xwedî girîngiyeke mezin e. Ger ev têkoşîn neyê kirin, mirov dikare bibêje ku dersên di derdorên perwerdeyê de di rewşek pasîf de bimînin û werin jibîrkirin û jiholêrakirin. Helbet têkoşîna li dibistanan ji têkoşîna jinan a di nava civakê de qut nayê meşandin.”