Desteya Tenduristiyê têkîldarî tecrîdê konferansek li dar xist

Îro Desteya Tendirustiyê a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkîldarî tecrîda li ser Abdulah Ocalan di bin dirûşmeya “ Tecrîd xeteriya herî mezin a li ser tenduristiya mirovan û binpêkirina mafê herî bingehîn ê jiyanî ye” konferansek li dar xist.

Hesekê-Desteya Tenduristiyê a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca bandora tecrîdê yên li ser tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, konferansek li hola Serdem a bajarê Hesekê li dar xist.

Di konferansê de zêdetirî 500 bijîşk, endamên sendîkayên tenduristiyê, Heyva Sor a Kurd, xwendekarên Fakulteya Tibî ya Zanîngeha Rojava û hiqûqnas, Hevseroka Desteya Rêveber a Rêveberiya Xweser Evîn Siwêd, Fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ)’ê, nûnerên insiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, Hevserokên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) di Konferansê amade bûn.

Piştî deqeyek rêzgirtinê, gelek axaftin hatin kirin, di axaftinan de hate diyar kirin ku armanc ji li darxistina konferansê ku bi awayekî pispor tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û bandora wê li ser tendirustiya wî were nirxandin û banga azadiya Ocalan a fîzîkî kirin.

Di Konferans de ji derveyî welat siyasetmedar, bijîşk akademîsyan û hiqûqnas bi rêka bernameya zoomê beşdar bûn û bandora tecrîdê li ser tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan nirxandin û teqez kirin ku tecrîd bi armanca pêkanîna berjewendiyên hêzên hegemon û derxistina krîzan e.

‘Tecrîd tenduristiya Ocalan dixe xeteriyê’

Hevseroka Komîteya Tenduristiyê a kantona Dêrê Zorê Mihdiya Nasir teqez kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan tecrîdek tenduristiya wî dixe xeterê û wiha anî ziman:” Ev tecrîd  tecrîdek li dijî exlaq, zagon û mafê mirova ye. Tecrîda dirêj bandorek neyînî li ser mêjî û laşê mirovan dike û gelek nexweşiyan bixwere tîne. Di aliyekî din de em dibînin ku ev tecrîd tecrîdek li ser gelê azadîxwaz û gelê Kurd e. Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  gelek pêkhate jiyan dikin, ev pêkhate jî hemû bûn yek di bin paradîgma Rêber Apo. Her wiha gav û deskeftiyên ku jin di vê şoreşê de bidestxist ew jî bi saya Rêber Apo ye. Lewma em wekî bijîjkên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê erka me sereke ewe ku em xwedî li tendirûstiya Rêber Ocalan derkevin.”

‘Tecrîd dibe sedema gelek nexweşiyan’

Bijîjka nexweşiyên Laş Sêmaza Neca Osman da zanîn ku tecrîd gelek nexweşiyan bi xwere tîne û wiha axaftina xwe domand: ”Tecrîd dibe sedema gelek nexweşiyan. Rêber Ocalan bi taybet ji ber ku rokê nabîne ev jî bandorek neyînî li ser laşê wî dike her wiha şewatên ku li ber girava Îmralî pêk hat ew jî dibe sedema derxistina nexweşiya çav û sîngê. Lewma em bang li rêxistinên mirovî , CPT dikin ku berjewendiyên dewletan bide alî û bi wijdanê xwe rabe û mudaxeleya rewşa Ocalan bike.”

Konferans bi pêşniyaran bi dawî bû.

Hin xalên girîng ên hatin pêşniyarkirin ev in:

“*Banga rêxistinên mirovî ku li ser rewşa Rêber Ocalan a tenduristî û derûniyê bisekinin.

*Ji bo naskirina rewşa tenduristî a Rêber Ocalan avakirina komîteyek şopandinê a bijîjkên pispor. *Hevdîtina malbat û parêzerên bi Rêber Ocalan re were kirin, tecrîd bişkînin û azadiya Rêber Ocalan a fîzîkî bidestbixin.

* Ji bo şikanidna tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan bi rêxistinên mirovî û hiqûqî yên cihanî re kar were kirin.

* Bi felsefeya Rêber Ocalan çareseriya doza Kurd,

*Komîteya tundî û işkenceyê ku rapora xwe ya sala 2022’an amade kir eşkere bike.”