Desteya Jin li Rojava dê çawa entegre bibe?

Seroka Desteya Jin a Kantona Cizîrê Rohat Xelîl da zanîn ku ew ji bo parastina destkeftiyên Şoreşa Jinan û entegreya Desteya Jin bi Desteya Karûbarên Malbat û Nifûsê ya Sûriyeyê re di nav têkiliyan de ne û heftiya pêş duyemîn civîna wan bê lidarxistin.

SORGUL ŞÊXO

Qamişlo – Di çarçoveya Peymana 29’ê Çileyê di navbera QSD û Şamê de, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser û rêxistinên jinan ên li Rojavayî Kurdistanê entegre dibin.

Di 22’ê Gulanê de Desteya Jin a Rojavayê Kurdistanê bi Desteya Karûbarên Malbat û Nifûsê ya Sûriyeyê re li Şamê civiyan. Di civînê de dosyaya çawaniya entegreya Desteya Jin li Cizîrê hat nîqaşkirin. Desteya Jin ku di sala 2014’an de hatibû damezrandin û yek ji desteyên girîng yên Rêveberiya Xweser e, ev demek e li ser entegreya xwe bi Desteya Karûbarên Malbat û Nifûsê ya Sûriyeyê re di nav têkiliyên hevbeş, bi rêk û pêk de ye.

Têkildarî entegreya Desteya Jin û guhertinên ku dê di sîstema wê de li gorî pêwîstiyên demê û pêvajoyê çêbibin, Seroka Desteya Jin Rohat Xelîl ji ajansa me re axivî.

‘Erkê me yê bingehîn parastina destkeftiyên jinan e’

Rohat di destpêkê de qala girîngiya parastina destkeftiyên Şoreşa Jinan li Rojavayê Kurdistanê kir û wiha got: “Ji bo parastina jinan di warê civakî, perwerdehî û zagonî de Desteya Jin di 14 salên şoreşê de li Rojava, xwedî destkeftiyên pir mezin e. Niha jî tê xwestin û erkê me yê bingehîn e ku em bikaribin destkeftiyan biparêzin û domdar bikin. Ji bo ku Desteya Jin fermiyeta xwe bistîne û bikaribe bi awayek berfirehtir kar bike, me hewl da ku bi awayekî bi desteyên hikûmeta Şamê re entegre bikin û wiha me têkilî ava kirin. Piştî lêkolînek berfireh me dît ku em dikarin bi Desteya Malbat û Şênî ya Sûriyeyê re entegre bibin, ji ber mijarên em û wan ji bo wê dixebitin nêzî hev in, ya herî guncaw ev bû.”

Li ser maseya civîna yekem çi hat nîqaşkirin?

Rohat Xelîl bal kişand ser têkiliyên ku dane avakirin û civînên têkildarî entegrasyonê û wiha dewam kir: “Piştî danîna têkiliyan, yekem civîna me bi hev re li Şamê çêbû. Li ser maseyê destkeftiyên jinan yên li Rojava, zagona malbatê û zarokan, pirensîbên jinan, rêjeya jinan a 50/50 di saziyên Rêveberiya Xweser û cihên biryarê de, her wiha sîstema Hevserokatiyê û gelek mijarên din hatin nîqaşkirin. Mijarên li ser maseyê bala Desteya Malbat û Nifûsê jî kişand û gelek pirsiyarên wan jî çêbûn. Civîna yekem erênî bû û bi encama ku Desteya Jin li Cizîrê bimîne û sîstema xwe biguherîne, bi tekeziya ku karmendek jî ji kar neyê derxistin û saziyên din yên girêdayî wê neyên veqetandin, bidawî bû.”

Civîna duyem dê heftiya bê li Şamê pêk bê

Rohat got ku piştî şandina rêziknameya hundirîn a ku her du desteyan ji hevre şandine û şandina hejmara karmendên Desteya Jin yên li Cizîrê, gavên destpêkê yên entegreyê hatine avêtin û wiha dirêjî da gotina xwe: “Di heftiya pêşiya me de jî duyemîn civîna me dîsa li Şamê tê lidarxistin, da ku em xebatên ji bo entegreyê yê dawîn û vekirina Desteya Jin li Parêzgeha Hesekê jî ku niha avahiya wê tê çêkirin, nîqaş bikin.”

 Guhertinên di sîstemê de û pêşniyara guhertina navê Desteya Jin

Rohat balê kîşand ser pêşinyara ku Desteya Jin ji bo guhertina navê Desteya Malbat û Nifûsê ya Sûriyeyê kiriye û wiha domand: “Pêşinyara ku me ji bo Desteya Malbat û Nifûsê ya Sûriyeyê şandî ew e ku navê desteya me veguhere Desteya Jin, Malbat û Nifûsê. Heta niha ji sedî 90 ev pêşniyar hatiye erêkirin lê belê em li benda biryara dawî ya fermî ne. Li gorî rêziknameya hundirîn a desteya Şamê jî wê ofîsên din li desteya me zêde bibin û karmendên heyî li gor wê werin belavkirin. Lê navendên jin û zarokan yên girêdayî desteyê wê her wekî xwe bimîne. Mînak; hembêzgehên zarokan û malên zarokan jî. Nîqaş hene ku ger hembêzgeh û mala zarokan di rêziknameya hundirîn a desteya Şamê de nebe, em li vir dikarin wan bi desteyên din ve girê bidin, ya girîng ku li Cizîra Rojavayê Kurdistanê bimînin.”

Gava duyemîn vekirina Ofîsên Jinan e

Rohat xalek girîng ku niha di pêvajoya entegrasyonê de hatiye rawestandin bibîr xist û wiha pê de çû: “Ofîsên Jinan yên ku di deste û gerînendetiya Rêveberiya Xweser de hebûn, niha ji ber entegrasyonê hatine rawestandin. Di encama nîqaşa hatiye kirin de, wê piştî bidawîbûna entegrasyona giştî sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, careke din Desteya Jin, Ofîsên Jinan yên hatine rawestandin veke. Ev jî dibe gava duyemîn ji entegrasyona Desteya Jin.”

Navendên Parastina Jinan girêdayî Desteya Jin dimîne

Rohat tekez kir ku wê Navendên Parastina Jinan girêdayî Desteya Jin bimînin û wiha pêl da gotina xwe: “Ji ber jinên ku em wan ji tundiyê diparêzin li Navendên rehabîlîtasyonê dimînin, perwerdeyên xwe yên zimanan, kompûter, dirûtin û piştgiriya derûnî dibînin. Gelek jin gihîştin asta çîroka serkeftinê jî, dikarîbûn dikanan vekin û êdî wekî jinên serbixwe kar dikin. Wê di demên pêş de li hemû parêzgehên Sûriyeyê desteyên me vebin.”

Astengî û girîngiya hevgirtinê

Rohat her wiha astengiyên Rêveberî û hişmendî yê ku di pêvajoya entegrasyonê de dikşînin jî wiha bilêv kir: “Di warê Rêveberî de wê astengî neyê kişandin, ji ber astengiya herî zor a hişmendiyê ye. Xalek girîng heye ku em li ser bixebitin, nasandina zagonên jinê ye. Ji ber yekem nimûneya serkeftinê ye li ser asta Sûriyê ye. Bê guman ji bo ku civakek li ser hişmendiya baviksalar û mêrsalar mezin û perwerde bûye, naskirina zagona jinê wê zehmet be. Lê em ê gelek hewl bidin û xebat bikin. Ya ji me tê xwestin ku em têkiliyên xwe bi jinan re kûr û berfireh bikin, da ku em bighêjin nêrînek hevbeş a giştî jinan ji giştî parêzgehên Sûriyê û wiha daxwaz bikin ku Zagona Jinan bibe sîstemek û were rûniştandin.”

Têkoşîna ji bo avakirina civakek dadmendtir

Rohat bi van peyaman ji bo jinên Sûriyeyê dawî li axaftina xwe anî: “Pêwîste jinên Sûriyeyê di qada siyasî, diplomasî, aborî û civakî de xwe bihêz bikin. Hevgirtinek me çêbibe da ku em bikaribin li dijî hişmendiya baviksalarî têbikoşin û wê têk bibin. Ji bo ku jin bêtir were naskirin divê wekhevî rû bide û afirînerî bipêş bikeve da ku em bikaribin civakek dadmendtir ava bikin.”