Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser panelek li dar xist
Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser a li bajarê Qamişloyê panelek hat li dar xistin. Di panelê de bal hat kişandin êrîşên li ser jinan û wiha hat gotin: “Çawa me DAIŞ têk bir, em ê hişmendiya baviksalar jî têk bibin û destkeftiyên jinan biparêzin.”
Navenda Nûçeyan-Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 3'yê Tebaxa 2024`an de ragihandibû ku ew ê li gorî encamnameya civîna salê ya Desteya Jinan a 2024'an rêzepanelan li 7 kantonan bi sernavê "Pêşxistina têkoşîna şoreşa jinan di Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de" li dar bixin.
Panela 1ˊemîn di 4`ê Tebaxê li kantona Minbicê, li kantona Firatê 12'ê Tebaxê, li kantona Efrîn-Şehbayê 13`ê Tebaxê û îro (17`ê Tebaxê) li kantona Cizîrê hatin lidarxistin.Panel li hola Zana ya li taxa Siyahî ya bajarê Qamişlo bi beşdarbûna dehan jin, endamên rêxistinên jinan û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin hate lidarxistin.
Panel bi du rûniştinan pêk hat; rûniştina yekem bi sernavê “Rastiya jin û nêrînên civakê yên nêyînî ser jinê û bandora wê li têkoşîna jin” rûniştina duyem jî “Di Rêveberiya Xweser de rola jin û girîngiya pêşxistina destkeftiyên şoreşa jin.”
Panel ji aliyê Cigîra Desteya Jinan a Kantona Cizîrê Huweyda Mihemed, hevseroka Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê Viviyan Kiço, hevseroka Meclisa Gelan a Kantona Cizîrê Arya Mele Ehmed û hevseroka Kantona Qamişlo Rohat Xelîl ve hate birêvebirin.
Hevseroka Kantona Qamişlo Rohat Xelîl bixêrhatina beşdaran kir û bi gotina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan “Şoreşa ku jin tê de cih nagire dê bi ser nekeve” dest bi axaftina xwe kir û got: “Di şoreşa jinê de jinên li herêmê di her aliyên civakî de wekî leşkerî, siyasî, dîplomasî, civakî de rolek serekê liyîst. Li cîhanê bû sembola jina azad. Têkoşîna wê ji bo wekhevî û azadiyê civakê ye. Ji bo destkeftî û kêmasiyên tên jiyîn binirxînin em li vir kom bûne. Armanca me avakirina civakeke demokratîk û azad e.”
‘Di şer de yekem jin tê hedef girtin’
Endama Komîteya Têkilî û Hevgirtina Demokratîk a Kongra Star Rûken Ehmed bi bîr xist ku di dîroka jinê de bi salane têkoşîn heye û diyar kir ku tu şoreşa jinan wekî Şoreşa Rojava destkeftî bi dest nexistin û li ber xwe neda. Rûken Ehmed îşaret bi hedefgirtina jinan kir û wiha axivî: “Li Rojhilata Navîn bandora şeran gelek cûda ye. Di van şeran de yekem jin tên hedefgirtin. Lê dijî vê jî di sedsala 21`mîn de ji bo azadiya jinê dengekî bi qîr jî heye. Zihniyeta desthildar û sîstem, dizanin ku jin xwedî rolek pêşeng e, ji ber wê her dibe hedefa wan. Mînak; di şeran de dijî jinê tundî, revandin, qetilkirin, tecawîz pêk tên. Li Sûdanê, Ukrayna sûcên tecawîzê zêde dibin. Ev femîsîd (qirkirina jinan) e. Bi şeran re rewşên koçberî, guhertina demografî, dagirkerî bi taybetî tê kirin. Bi koçberiyê re şerê taybet dikin. Fuhûş, madeyên hişbir li konan dijî jinan bi kar tînin.”
‘Li dijî jinan îslama siyasî tê bikaranîn’
Rûken Ehmed diyar kir ku dewletên dagirker di sedsala dawî de dijî jinê îslama siyasî bi awayekî tûnd tê bikaranîn û got: “Bi vê re dixwazin destkeftiyên jinan têk bibin. Ji ber dizanin ku li Rojhilata Navîn bandora ol zêde pêş de ye. Talîban rojane gefan li jinan dixwe, têkoşîna jinan dixwazin têk bibin. Li Îranê jî di bin navê îslama siyasî de dijî jinan sûcan dikin. Mînak li Îranê di nav 6 mehên dawî de li ser 354 jinan biryara darvekirinê hate dayîn. Li Tûnisê hewl didin mafên hiqûqî vegerînin mafê şerîatê. Ev hemû tevgerek dijî destkeftiyên jinan e. Li herêma me jî êrişên ser jinan hene, lê dijî vê têkoşîna me heye. Helbet divê saziyên me hîn zêdetir tev bigerin û perwerdeyan bidin.”
‘Ji bo xurtkirina aboriya jin dê hewldanên me hebin’
Endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hemrîn Elî, diyar kir ku Şoreşa Rojava şoreşa `Jin, Jiyan, Azadî` ye û got: “Di hemû saziyên xweseriyê de jin rolek pêşeng liyîstiye ku kotaya jin ji sedî 50 der bas kiriye. Jin di şoreşê de hem şer dikin hem jî şoreşa xwe bi rê ve dibin. Lê hîn jî bandora hişmendiya baviksalarî li ser me heye. Divê em vê bi dawî bikin. Ji bo qetilkirin û kaşqetilkirin ji holê bê rakirin em ê saziyan ava bikin. Hewcedariya me hîn zêdetir bi perwerde û perwerdekirinê heye. Hemû hewldanên me dê li ser vê bin. Çawa me DAIŞ têk bir em ê vê hişmendiya baviksalar jî têk bibin. Ji bo xurtkirina aboriya jin dê hewldanên me hebin. Dê doza qetilkirin û kaşqetilkirina jinan radestî saziyên navnetewî bikin.”
Panel bi van pêşniyarên ji aliyên beşdarvanan ve hat kirin bi dawî bû.
* Ji her beşên civakê re perwerdeyên der barê têkoşîna jin xurtirîn de bên dayîn.
* Di aliyê xurtkirina aboriya jin de divê hewldan zêde bin.
* Şopandina qanûnên jinan divê bê kirin.
* Peywendiyên di navbera saziyên jinan ên cîhanê de divê xurtir bin.