Desteya jin li Şehbayê bi şahiyek bexçeyê zarokan vekir
Bi pêşengiya Desteya Jin a herêma Efrînê bexçeyê zarokan li kampa Berxwedana navçeya Fafîn a Şehbayê bi şahiyekê hat vekirin.
Şehba- Desteya Jin a herêma Efrînê bi armanca vekirina derfetên kar li pêşiya jinan û astengiyên ku ji aliyê zarokan ve dibînin, bexçeyek zarokan vekir. Di merasîma vekirinê de sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser û dayikên zarokan amade bûn. Ev baxçe dê zarokên sê mehî heya pênc salî qebûl bike. Di vê baxçeyê de du dayik dixebitin û xizmeta zarokan ji saet 8 sibehê heya saet 3 piştî nîvroyê, dikin.
Axaftina vekirina baxçeyê zarokan ji aliyê Cîgira Rêvebera Desteya Jin a herêma Efrînê Emîne Mele Hesen ve hat kirin. Emîne Mele Hesen di axaftinê de bal kişand ser armanca vekirina baxçe di rewşa koçberiyê de û got: “Em li ser bingeha hişmendiya azadiya jinan kar û xebatên xwe didin meşandin ji ber vê yekê me vekirina hembêzgehek girîng dît, ji bo ku dayikên di nav kar de cih digrin bi rehetî bixebitin û cihek ewle ji zarokên wan re divê hebe. Ev baxçe zarokan hembêz dike û xizmet wan dike da ku dayikên wan karê xwe beqedînin. Em ê di demên pêş de projeyên din ji bo xizmeta jinan vekin.”
“Bexçeyê zarokan pirsgirêkên me çareser kir”
Ji jinên ku zarokên xwe tînin baxçe, ya bi navê Medilîn Henan kêfxweşiya xwe ya ji bo vekirina baxçeyê zarokan anî ziman û got: “Ez hemşîre me dixebitim. Gelek kêfxweş bûm bi vekirina vê bexçeyê, ji ber ku rojane ez zarokên xwe tînim û derbasî cihê kar dibim. Ev cihekî gelek bi ewleh e ji bo zarokan. Beriya ku ev hembêzgeh bê avakirin me gelek astengî didîtin lê niha em bi rehetî derbasî cihê karê xwe dibin û zarokên me jî gelek bi vê yekê kêfxweş bûn ku cihekî bi ewle ji wan re hat vekirin.”
Şahî bi gerandina guvendê bi dawî bû.