Dersînorkirina penaberên Efgan ji Îran û Pakistanê didome

Komîsyona Çareserkirina Pirsgirêkên Penaberan ragihand ku bi hezaran penaberên Efgan bi zorê hatine dersînorkirin û wan vegerandin welatê ku neçar mabûn jê derbikevin.

Navenda Nûçeyan – Dersînorkirina penaberên Efgan bi darê zorê ji Îran û Pakistanê berdewam dike. Komîsyona Çareserkirina Pirsgirêkên Penaberan, îro, ragihand ku ev kes bi riya deriyên sînor ên Torxam, Spîn Boldak, Îslam Qala û Pul-E Abrişîmê derbasî Efganistanê bûne.

Vegerandina bi zorê û deriyên sînor

Di heman demê de, rojek berê zêdetirî hezar penaberên Efgan ji van her du welatan hatin dersînorkirin. Pêla berfireh a dersînorkirina penaberan ku beriya du salan dest pê kiribû, dibe sedem ku her roj bi sedan kes vegerin welatê xwe yê ku ji neçarî jê derketibûn. Kesên ku vedigerin, di demeke ku welat bi krîzeke mirovî ya cidî û sînordarkirinên mafên sivîl ên zêde re rûbirû ne de diçin Efganistanê.

Fikarên rêxistinên navneteweyî

Encumena Penaberan a Norwêcê jî fikarên xwe li ser rewşa xirab a kesên ku vedigerin anîbû ziman û destnîşan kiribû ku hinek malbat neçar in di stargehên demkî yên ji dar û materyalên bermahî hatine çêkirin de bijîn. Serokê Encumenê Jan Egeland jî tekez kir ku qedexe û astengiyên li ser jinan hatine ferzkirin, zexteke zêde li ser jinên ku vedigerin welat diafirîne.