Derketina derveyî welat a hevşaredar Gulşen Sîncar hat astengkirin

Çûyîna Hevşaredara Peyasê Gulşen Sîncar a derveyî welat hat astengkirin û bi hinceta “şerha îdarî” dest danîn ser pasaporta wê.

Navenda Nûçeyan- Çûyîna derveyî welat a hevşaredara Peyasa Amedê Gulşen Sîncar hat astengkirin. Sîncar xwest biçe serdana malbata xwe ya li Swîsreyê û ji bo vê jî çû balafirgeha Stenbolê lê pasaporta Sîncar li wê derê hat desteserkirin.

Têkildarî desteserkirina pasaportê tu sedem ji bo hevşaredar Gulşen Sîncan nehat gotin. Di belgeya ku hat dayîn de wiha hat gotin: “Hat tesbîtkirin ku ji bo pasaportê di 2’yê Hezîrana 2024’an de qeyda biryara betalkirin/îdarî ya Enqere-NVÎ’yê heye. Her wiha di beşa vegotina agahiyan de qeyda şerhê ya ku derketina derveyî welat asteng dike heye.” Hat zanîn ku der barê Hevşaredar Gulşen Sîncar de tu lêpirsîn yan jî doz tune ye.