Derket holê ku jina hatî kuştin weke xwekuştî tomar kirine
Li Bexda kujerê ku hevjîna xwe kuştî paşê jî weke ku xwe kuştiye nîşandayî hat girtin.
Navenda Nuçeyan – Li navçeya Kazimiyê ya Bexdayê jinek hatibû kuştin, ji ber kuştina wê bi gumanbû lêkolînê despêkir. Di enmca lêkolînê de derket holê ku ji aliyê mêrê pêre zewicî ve hatiye qetilkirin. Rêveberiya pêşîlêgirtina tewanan a Bexdayê, bi daxuyaniyekê kuştina jina ku weke xwekuştî hatibû tomarkirin, aşkere kirin ku ji aliyê mêrê pêre zewicîbû ve hatiye kuştin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku piştî lêkolîna rêveberên pêşîlêgirtina tewanan a Bexdayê, kuştina bi guman ya jinekê weke bi xwe xwe kuştî hate tomarkirin. Piştre derket holê ku ne buyerek xwekuştinê ye, ev jin ji aliyê mêrê pêre zewicî ve hatiye kuştin. Piştî bûyerê tewanbar hat girtin û li gora made yasya 405’an ya tewanan ya Iraqê hat cezakirin.
Li Iraq û herêma Kurdistanê kuştina jinan weke xwekuştinê bi nav dikin û tewanbar nayên sezakirin. Di buyerên kuştinên jinan ên di bin navê “namusê” de pirsgirêkên civakî û malbatî li ser tên zêdekirin.