Derbarê Hevşaredara Sêrtê de biryara qedexeya derveyî welat nehat rakirin

Havşaredara Sêrtê Sofya Alagaş di danişîna doza ku bi hinceta xebatan rojnamevantiyê dihat darizandin de qedexeya derketina ji derve nehate rakirin.

Navenda Nûçeyan – Derbarê havşaredara Sêrtê Sofya Alagaş a di dema rojnamevantî dikir de doza bi îdeaya ‘endamtiya rêxistinê’ lê hat vekirin, 4’emîn danişîna dozê li 5’yemîn Dadegah Cezayê Giran ya Amedê hate dîtin. Sofya Alagaş beşdarî  danişînê nebû, parêzere wê Resul Temur di danişînê de amade bû. Nûnerên Nûnerê DÎSK Basin-Îşê ya Amedê Hakki Boltan danişîn şopand.

Daxwaza rakirina qedexeya derve hate redkirin

Resul Temur îşaret bi wê yekê kir ku miwekîla wî Sofya Alagaş ji ber xebatên rojnamevantiyê tê darizandin û xwest ku biryara qedexeya derketina derveyî welat were rakirin. Şandeya dadgehê ev daxwaz red kir. Şandeyê xwest ku ji Midûriyeta Emniyetê ya Amedê re nivîs were nivîsandin, derheqê şahidê nepen ê di dosyaya Sofya Alagaş de muzekkere were nivîsandin, piştî bersiva tê şandin dê biryar were dayîn bê ka dê li şahidê nepen were guhdarîkirin an na.

Danişîna dozê taloqî 22’yê cotmehê hate kirin.