Der barê Sîbel Balaç de biryara berdanê hat dayîn

Der barê Sîbel Balaç a li girtîgehê di rojiya mirinê de bû, biryara taloqkirina înfazê hat dayîn. Sîbel Balaç peyama spasî û serketinê parve kir.

Navenda Nûçeyan – Der barê Sîbel Balaç a ji bo berdana girtiyên nexweş û dawî anîna binpêkirinên mafan ên li girtîgehan tê jiyîn 298 roj in di rojiya mirinê de ye, biryara taloqkirina înfazê hat dayîn. Buroya Hiqûqê ya Gel li ser hesabê xwe yê Twîttirê biryara hat dayîn ragihand.

Buroya Hiqûqê ya Gel di daxuyaniya ku li ser hesabê xwe yê Twîtterê da, ragihand ku der barê  muwekîla wan Sîbel Balaç de biryara taloqkirina înfaza hatiye dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat diyarkirin ku piştî kar û barên Sîbel Balaç bi dawî bibin dê ji Nexweşxaneya Bajêr a Etlikê bê tehliye kirin.

Peyama Sîbel Balaç: Mafê berxwedanê serketin e

"Silav, îro roja 298’emîn a berxwedana min ya rojiya mirinê ye û ez gihiştim azadiya xwe. Ger îro ez gihîştibim azadiya xwe ev bi saya gelê me ye. Ev serketina me hemûyan e, ez serketina me pîroz dikim. Li nexweşxaneya ku ez cih digrim dê dest bi tedawiya min bê kirin. Ez baş im, ji we hemûyan hez dikim. Mafê berxwedanê serketin e. Wiha jî çêbû. Ez dubarê serkeftina me pîroz dikim.."