Der barê îşkencekar û mudurê berê yê Şaxa Ewlehiyê de biryara anîna bi zorê

Der barê mudurê berê yê Şaxa Ewlehiya Stenbolê Hanîfî Zengîn ku di çalakiya Dayikên Şemiyê de dema Ekinsu Daniş derb dikir hat binçavkirin ji doza ku jê tê darizandin biryara anîna bi zorê hat dayîn.

Navenda Nûçeyan- Danişîna yekem a mudurê berê yê Şaxa Ewlehiya Stenbolê Hanifî Zengîn ku di çalakiya Dayik-Mirovên Şemiyê ya di dîroka 29’ê Tîrmeha 2023’an de di hefteya 957’an de şêwirmenda parlamenterê Stenbolê ya Partiya Kedê (EMEP) Ekinsu Daniş derb kiribû û binçav kiribû de doza lê hat vekirin hat dîtin. Di danişîna ku li 16’emîn Dadgeha Cezayê Esliye hat dîtin de, Ekînsu Daniş û parêzerên wê amade bûn, polîsên bersûc Hanîfî Zengîn beşdar nebû.

Li gorî nûçeya di rojnameya Evrenselê de derket; di danişîna ku bi tesbîta nasnameyan dest pê kir de, Ekinsu Daniş diyar kir ku weke şêwirmend erkê civakê dide meşandin û got: “Weke şêwirmenda parlamenter zagonên eleqeder û di heman demê de di encama xebatên parlamenter de alîkar erka min a bingehîn e. Dadgeha destûra bingehîn (AYM) du biryarên ku der barê çalakiya Mirovên Şemiyê  de daye de bi awayek eşkere ev hatina ba hev demokratîk û rewa ye, astengkirin jî binpêkirina azadiya îfadeyê ye.”

‘Anons û hişyarî nehat kirin’

Ekînsu Daniş da zanîn ku di parastina xwe de bêyî anonsek yan jî hişyariyek were kirin xwe di dorpêça polîsan de dîtiye û behsa tundiya ku Hanîfî Zengîn li hemberî wê kiriye kir. Ekînsu Daniş destnîşan kir ku bi awayekî dijmirovî îşkenceya bi kelebçeya ji paşve lê hatiye kirin û wiha got: “Derbarê wî de ji ber erkê xwe xirab bi kar aniye, erkê xwe yê zor bi kar anînê binpê kiriye, muameleya xirab û îşkence, binpêkirina azadiya îfadeyê, bi zanabûn birîndarkirin û gef, gilî dikim.”

Der barê Hanîfî Zengîn de biryara anîna bi zorê

Parêzerê Ekînsu Daniş Mustafa Sogutlu xwest ku bersûc ji sûcê muameleya xirab û astengkirina erkdarê civakê erkê xwe bike û ji sûcê gefxwarinê were cezakirin. Mustafa Sogutlu got ku di heman demê de polîs bêyî ku sedem pirs bike bi awayekî kêfî nehatiye dinişînê, xwest bi zorê were anîn. Parlamenterê EMEP’ê Îskender Bayhan weke şahid hat guhdarkirin, tiştên hatin jiyîn anî ziman û diyar kir ku nêzikatiyên polîs provakatîf in.

Şandeya dadgehê der barê bersûc Hanîfi Zengîn de biryara anîna bi zorê da, danişîna piştre taloqî 17’ê Îlonê hat kirin.