Der barê hunermend Pinar Aydinlar de lêpirsîn hat vekirin
Der barê Pinar Aydinlar de ji ber ku di çalakiya Civîna Dersimê de got: "Ne Tuncelî, ji bo me Dêrsim e" der barê Pinar Aydinlar de lêpirsîn hat vekirin.
Navenda Nûçeyan - Ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve der barê hunermenda Pinar Aydinlar a ku di çalakiya Civîna Dêrsimê ya li Stenbolê hat lidarxistin de derketibû ser dikê, ji ber axaftina wê lêpirsîn hat vekirin.
Hate hînbûn ku di hevdîtinê de ji ber ku Pinar Aydinlar gotiye “Ne Tuncelî, ji bo me Dêrsim e” lêpirsîn hatiye vekirin. Hunermend beriya niha bi hinceta "propagandaya rêxistinê kiriye" salek û 6 meh û 22 roj cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.