Der barê encamên guherîna Zagona Rewşa Kesane de semîner hat dayîn

Tevgera Goran der barê guhertina Zagona Rewşa Kesane ya li Iraqê û bandora wê ya li ser civakê de semînerek da. Di semînerê de hat diyarkirin ku wê guhertina zagonê bibe sedem ku jinên Iraqê vegerin beriya sed salan.

Silêmanî - Îro li avahiya Tevgera Goran a li Silêmaniyê nûnertiya jinên Tevgera Goran bi hemahengiya Beşa Zagonê ya Tevgera Goran re têkildarî guhertina Zagona Rewşa Kesane û bandora wê ya li ser Herêma Kurdistanê semînerek dan. Semîner aliyê parêzer Şoxan Heme Emîn û Şalaw Ebubekir ve hat dayîn.

‘Ev guhertina zagonê çavkaniya xwe ji mezhebperestiyê digre’

Di semînerê de Şoxan Heme Emîn da zanîn ku Zagona Rewşa Kesane her kesê eleqedar dike û got: “Guhertina vê zagonê wê bandorê li ser ferdên civakê bike. Ev guhertina zagonê çavkaniya xwe ji mezhebperestiyê digre. Cudabûnê dixe nava civakê, ev jî li dijî madeya 14’an a destûrê ye ku tê de dibêje, hemû welatiyên Iraqê li ber dadgehê wekhev in.”

Şoxan Heme Emîn diyar kir ku bi guhertina vê zagonê re wê rê li zewaca ji derveyî dadgehan were dayîn û got: “Rast e ev zagon heta li parlamentoya Herêma Kurdistanê neyê erêkirin, li Herêma Kurdistanê nayê bicihanîn lê wê bandorek li ser Herêma Kurdistanê jî çêbike. Weke çawa xelkê Herêmê ji bo anîna jina duyem serî li dadgehên Iraqê didin.”

Her wiha parêzer Şoxan Heme Emîn da zanîn ku Herêma Kurdistanê di valahiya zagonî de ye û parlamento kar nake û got: “Li Iraqê temenê zarok hatiye diyarkirin, ger tawanek bike cezayê wê cuda ye, ev guhertina zagonî li dijî pîvanên mafên mirov û hemû lihevkirinên ku Iraqê îmze kirine ye.”

‘Bi vê biryarê re wê jinên Iraqê 100 salan bi paşve biçin’

Piştre parêzer Şalaw Ebobekir jî li ser guhertina Zagona Rewşa Kesane û bandorên ku li ser civakê çêdike axivî û got: “Bi guhertina vê zagonê re wê di nava civakê de tevlihevî derkevin. Bi vê biryarê re wê jinên Iraqê 100 salan bi şûnde vegerin. Piştî zarok tên dinyayê jî wê bandorek neyênî li ser jinan çêbibe. Ji ber ku di aliyê derûnî de ne amade ne bibin dayik. Dibe ku bi nexweşiyên derûnî bikevin û serî li xwekuştinê jî bidin.”

Di 4’ê Tebaxê de li Parlamentoya Iraqê xwendina yekemîn ji bo sererastkirina Zagona Rewşa Kesane ya hejmar 188 ya sala 1959’ê hat kirin. Li gorî dîtinên pisporan ger ev zagon were sererastkirin wê mezhebperestî kûrtir bibe, mafên jin û zarokan zêdetir were binpêkirin. Her wiha wê bi vê guhertinê di dema hevberdana jin û mêr de, mafê dayiktiyê û mîras jî ji jinan were girtin. Her wisa bi guherîna vê zagonê wê rê li zewaca zarokên keç ên 9 salî û zarokên kur ên 15 salî, zewaca ne fermî vebe.