Der barê Emîne Şenyaşar de 2 dozên nû hat vekirin

Der barê Emîne Şenyaşar de ku Nobeta Edaletê didomîne, 2 dozên nû hatin vekirin û bi vê yekê re hejmara dozên derbarê wê de hatine vekirin bû 10.

Riha- Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê hevjîn û du lawên wê ji aliyê xizm û parastvanên wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û lawê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, di roja 690’emîn de berdewam dike.

Lêpirsîn û dozên der barê Emîne Şenyaşar de ku ji roja destpêkê ya nobetê heta niha rastî tundiya polîsan tê, didomin. Ji Emîne Şenyaşar re hat teblîgkirin ku di meha ewil a salê de 2 dozên nû lê hatine vekirin. Ji lêpirsînên bi îdiaya “heqaretli Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz kiriye” hatine destpêkirin 2 jê veguherîn dozê û bi vê yekê re hejmara dozên li Emîne Şenyaşar hatine vekirin bû 10. 

Heta niha der bare Emîne Şenyaşar de 31 dosya hatin vekirin. Parezêr Nihat Şahîn got, “Ji van dosyayan di 28’an de lêpirsîn hate kirin. Di halê hazir de 10 doz hene. Emîne Şenyaşar ne tenê rastî tundiya polîsan tê. Di heman demê de tundiya darazê lê tê kirin. Qêrîn û hewarên Emîne Şenyaşar vediguherin dozan. Hemû gotinên dikevin ber azadiya xweîfadekirinê weke doz derdikevin pêşiya me.”  

'Bila dîmenên kamerayê werin eşkerekirin'

Malbata Şenyaşar ji hesabên xwe yên medyaya dîjîtal ev parvekirin kir: “Armanca çalakiya me beralîkirina darazê ye, ne zext kirine, hêzek me ya wiha jî nîne! Bendawariya me ji darazê ew e ku di encama darizandineke bi bandor de dîmenên kameraya nexweşxaneyê derbixe holê û biryareke ku wijdanê raya giştî rehet bike bide.”