Der barê Dîcle Muftuoglû de ceza hate xwestin

Dozger di danişîna doza Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû de mutalaya xwe eşkere kir û derbarê rojnamevan de bi îdeaya ‘endamtiya rêxistinê’ xwest were ceza kirin.

Navenda Nûçeyan-Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û edîtora Ajansa Mezopotamya (MA) Dîcle Muftuoglû doza jê tê darizandin, li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin.

Dîcle Muftuoglû ku bi îdeayaên, “endamtiya rêxistinê” û “avakirin û birêvebirina rêxistinê” tê darizandin, li gel parêzerê xwe di danişînê de amade bûn. Her wiha endam û rêveberên DFG’ê, Komeleya Xebatkarên Medya û Hiqûqê (MLSA), Lêkolînera Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) a Tirkiyeyê Emma Sinclair-Webb, Nûnerê Basin-Îşa DÎSK’ê yê Amedê Hakki Boltan, ji PEN’a Norveçê parêzer Ezio Menzıone û gelek rojnamevanan doz şopandin.

Biryara danişînê di 24’ê Cotmehê de ye

Di danişînê de Dîcle Muftuoglu, parastina xwe ya berê dûbare kir. Dozger mutalaya xwe pêşkêşî dadgehê kir û xwest Muftuoglû bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” bê cezakirin. Parêzerê wê li dijî mutalayê dema zêde xwest û xwest ku qedexeya derketina derveyî welat a der barê miwekîla wî ku xebatên rojnamevaniyê dike de bê rakirin. Şandeya dadgehê dema zêde ya li dijî mutalayê qebûl kir û danişînê taloqî 24’ê Cotmehê kir. Her wiha dadgehê qedexeya derketina derve ya li ser Dîcle Muftuoglû ranekir.