Der barê 5 parlamenterên HDP’ê de îdianameya Kobanê hat amadekirin
Di çarçoveya çalakiyên Kobanê de der barê 5 parlamenterên HDP’ê de îdianame hat amadekirin. Dozger, ji bo her parlamenterek 38 caran cezayê muebbeta giran xwest.

Navenda Nûçeyan- Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi hinceta bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an, der barê parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê Huda Kaya, Serpîl Kemalbay, Fatma Kurtulan, Garo Paylan û Pero Dundar de lêpirsîn dabû destpêkirin û niha jî îdianame amade kir.
Di îdianameyê de dozger bi hinceta 29 sûcên cuda ji bo her parlamenterê 38 caran cezayê muebbeta giran xwest. Îdianame ji 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê re hat şandin.