Dengdana hilbijartinên Parlamentoya Başûrê Kurdistanê bi dawî bû
Proseya dengdayînê ya Parlamentoya Başûrê Kurdistanê ku îro saet di 07.00’an de dest pê kiribû, saet di 18.00’an de bi dawî bû.

Navenda Nûçeyan- Dengdana ji bo hilbijartinên Parlamentoya Başûrê Kurdistanê ku îro di saet 07.00’an de dest pê kiribû, di saet 18.00an de bi dawî bû.
Hilbijartinên dema 6’emîn a Parlamentoya Başûrê Kurdistanê bi dawî bû. Hat diyarkirin ku rêjeya beşdarbûna hilbijartinên ku di saet 07:00an de dest pê kir li gor hilbijartinên berê zêdetir bû. Jimartina dengan dest pê kir.
Serokê Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ragihand, piştî bidawîbûna proseya dengdanê 24 demjimêran dê encam bi raya giştî re bên parvekirin.