"Dema ku warên bi ewleh ên zarokan tê xirakirin, hestên xwe yê baweriyê wenda dikin"

Dagirkirina Rûsyayê ya li ser Ukraynayê careke din nîşanî hemû cîhanê da ku yên herî zêde ji şer û pevçûnan bandor dibin zarok in.

ELÎF AKGUL

Stenbol - Dema ku dagirkeriya Rûsyayê ya li ser Ukraynayê mehek li pey xwe hişt, bi milyonan kes ji cih û warên xwe bûn. Dîsa piraniya kesên ku ji cih û warên xwe bûn jin û zarok in.

Ev şerê li Ukraynayê ne pevçûna yekem a pêvajoya dawî ye. Li gel şerê navxweyî yê Sûriyeyê ku ji sala 2011’an ve didome, di dîroka herî nêz de operasyona dagirkeriya Tirkiyê ya li dijî Efrînê hat jiyankirin. Ev demeke dirêj e şer di manşetên rojnameyan de cih digire.

Seroka Komeleya Psîkiyatriya Zarok û Ciwanan a Tirkiyeyê û Zanîngeha Dokuz Eylul ya Fakulteya Tipê ya Beşa Psîkiyatrî û Nexweşiyên Zarok û Ciwanan Prof. Dr. Neslîhan Înal, bandora ku him şerê germ him jî nêvenga mîlîter a weke bandora şerê germ li ser zarokan dide avakirin ji ajansa me nirxand.

Prof. Dr. Neslîhan Înal ku dibeje “Di zarokan de tunekirina qada bi ewle ya ku xwe aîdê wê dibinîn, ditîna hilweşandina bendên ewlehiyê yên ku hewcedariyên ku wan bi jiyanê ve girê dide, dibe sedema wendabûna hesta baweriyê ya bi cîhanê û jiyanê re” û dest nîşan kir ku “Bê guman trawma dema ku em di nav de bin bandor li me dike, lê dema ku em şahidiya we dikin jî dibe ku bandor li me bike” û da zanîn di aboriyek wek ya me ya pêşkeftî de, barên zêde bi zelalî nîşan didin ku ciwan ji pêşeroja welatê xwe bi fikar in.

"Zarokê ku ji derdora xwe bawer nake her tim xwe di xetereyê de dibîne"

*Di serî de li welatên ku şer lê diqewime, bi giştî li ser ciwanan û zarokan bandora şer çi ne?

Bi qasî zirara ku di erdnîgariyên şer tê jiyîn de; tiştên şer, tundî, kuştin an îşkence dide jiyan kirin, riska xirabûna psîkiyatrîk zêde dike. Asta tirsa ku zarok rasterast di dema bûyerên trawmatîk ên wekî şer û tundiyê de dijîn bi pirsgirêkên derûnî ve girêdayî ye. Di zarokan de tunekirina qada bi ewle ya ku xwe aîdê wê dibinîn, ditîna hilweşandina bendên ewlehiyê yên ku hewcedariyên wan bi jiyanê ve girê dide, dibe sedema wendabûna hestê baweriyê ya bi cîhanê û jiyanê re. Zaroka ku ji derdorê xwe bawer nake di her keliyê de xwe di xeteriyê de dibîne û nikare di xwe de baweriyekî bi wate pêş bixe.

"Li ser zarokên mexdûrên şer piştî depresyon û trawma xirabûna stres têne dîtin"

* Zarok û ciwan jî rewşa ji ber şer neçarî koçberkirine bûne, çawa bandor dibin? Wateya vê yekê ji bo "hevalên polê" yên li welatên ku koçber hem neçar mane koçî bikin û hem jî yên ji şer reviyane tê çi wateyê?

Dîsa gelek zarokên mexdûrên şer li welatê xwe rastî bûyerên trawmatîk ên giran hatine. Ji ber şerê ku rast hatine, piraniya zarokan neçar mane ku dibistan, kolan, pêlîstok û malên xwe biterikînin û birevin. Gelek zarok di dema şer de an jî dema ji şer reviyane tirsa mirinê jiyan kirine an neçar mane ku hezkiriyên xwe li dû xwe bihêlin an jî bûne şahidên mirina wan. Dibistan, ku beşeke bingehîn a tenduristiya derûnî ya zarokan e, ji bo piraniya zarokan bi şer re wekî bîranînek berê maye. Tê gotin ku ezmûnên şer ên giran bi nexweşiyên derûnî yên wekî Nexweşiya Stresa Piştî Trawmatîk (TTSB) re têkildar in. Zarokên Bosnayî yên ku bûne mexdûrên paqijiya etnîkî salek piştî koçkirina Dewletên Yekbûyî rêjeyên bilind ên TTSD (65%) û depresyonê (35%) nîşan dane. Bi heman awayî, ciwanên Afganistanê yên ku bûne mexdûrên şer bi rêjeyek bilind (% 34) teşxîsa depresyonê girtine. Zehmetiya lihevhatina welat û ahengiya çanda wan, wendakirina hesta aîdiyetê û xetereyek derketina xerabûna psîkiyatrîk e. Hevalên wan ên li vir dikarin bi wan re empatî bikin, dikare qebûl bikin an jî dikare di bin bandora mezinên derdora xwe de bimîne û red bike. Ev hemû pêvajoyên ku bandorê li adaptasyona mexdûrên şer li çanda nû dikin.

"Travma dikare têgihiştina erênî ya ciwanan a pêşerojê biguherîne"

*Di van 3 salên dawî de li erdnîgariyên gelekî nêz -Tirkiye jî di nav de- "pêvçûnên germ" û şer qewimîn. Bandora vê rewşê li ser zarok û ciwanên Tirkiyeyê çi ye? Bi taybetî Tirkiye yek ji wan welatan e ku herî zêde penaber tên û bi milyonan ji wan zarok in. Gelo ev rojeva şer bandorek tetîkbûyin li ser wan dike?

Bê guman trawma dema ku em di nav de bin bandorê li me dike, lê dema ku em şahidiya we dikin jî dibe ku bandor li me bike. Ji ber ku zarok û ciwan di temenê pêşketina xwe de hewl didin ku bawerî bi cîhanê û jiyanê pêş bixin, ji zarok û mezinan bêtir ji trawmayê bandora dibin. Ger ev trawmayan pir nêzî qada jiyanê me bin û bandorê li me jî bike, dê feraseta gefê jî hîn zêdetir zêde bike. Di aboriyek wek ya me ya pêşkeftî de, barên zêde bi zelalî nîşan didin ku ciwan ji pêşeroja welatê xwe bi fikar in. Di gel ku ev yek dikare tenduristiya derûnî ya zarok û ciwanan têk bibe û nêrînên wan ên erênî yên derbarê pêşerojê de biguherîne, ji bo pêşeroja welatê me jî pirsgirêkan ava dike.