"Dema di civînê de Serokatiyê behsa hêza jinan kir ez kelecanî dibûm"

Zekiya Remedan a di salên 90’î de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîtiye got: “Dema hat gotin ku dê Rêber Apo li Lubnanê civîna gel li dar bixe ez pir bi kelecan bûm û min kurê xwe Rêber ku wê demê temenê wî 2 salî bû li malê hişt û min berê xwe da Lubnanê. Berî ku ez Serokatiyê bibînin, ez pir bi heyecan bûm. Piştre min danûstandina wî bi gel re dît, min ew heyecan ji ser xwe avêt.”

Zekiya Remedan a di salên 90’î de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîtiye got: "Dema hat gotin ku dê Rêber Apo li Lubnanê civîna gel li dar bixe ez pir bi kelecan bûm û min kurê xwe Rêber ku wê demê temenê wî 2 salî bû li malê hişt û min berê xwe da Lubnanê. Berî ku ez Serokatiyê bibînin, ez pir bi heyecan bûm. Piştre min danûstandina wî bi gel re dît, min ew heyecan ji ser xwe avêt."

 RONÎDA HACΠ
Hesekê- Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 20 salên li Sûriyeyê xebatek nimûneyî ya ji nû ve şiyarkirin û rêxistinkirina gelan daye daye meşandin. Dem dem civînên gel çêkiriye û nêrînên wan girtiye. Ji jinên di wan civînan de amadebûyî Zekiya Remedan a 82 salî li taxa Til Hecer a bajarê Hesekê-Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê dijî ye. Dayika Zekiya di salên 1980`yî de bi riya hevjînê xwe tevgerê nas dike, jê bbandor dibe û bi dildarî ew û zarokên xwe dest bi xebatên pêşxistina Aboriya Tevgera Rizgarkirina Kurdistan dikin. Ruxmî şîdet û zilma rejîma Baasê ya Sûriyeyê dayika Zekiya bi malbatî di nava xebatan de cîh digirin.
 "Min ji bo dîtina Rêberê gelan Rêberê 2 salî li malê hişt"
Zekiya Remedan da zanîn ku ji ber bandora Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan navê kurê xwe yê biçuk kiriye Rêber û wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Di wê demê de navên Kurdî qedexe bû lê min pir ji Rêber Apo hez dikir, ji ber wê jî min navê kurê xwe kir Rêber. Dema hat gotin ku dê Rêber Apo li Lubnanê civîna gel li dar bixe ez pir bi kelecan bûm û min kurê xwe Rêber ku wê demê temenê wî 2 salî bû li malê hişt û min berê xwe da Lubnanê. Her dilê min li ser wî bû lê min xwest hesreta dîtina Rêber Ocalan ji dilê xwe derxim. Serê sibehê ez û hevalan bi rê ketin û me berê xwe da Lubnanê. Ez di nava kelecaneke mezin de bûm. Rê li ber min ji her demê zêdetir dirêj dibû û nediqediya.”
"Min wê demê biryar da ku parêzvaniya mafê jinan bikim"
Zekiya Remedan kêliyên bi lekecanê yên dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha anî ziman: “Berî ku ez Serokatiyê bibînin, ez pir bi heyecan bûm. Piştre min danûstandina wî bi gel re dît, min ew heyecan ji ser xwe avêt. Civîna ku hat destpêkirin li ser rewşa rejîma Sûriyeyê bû. Di civînê de Serokatiyê behsa civakek ku divê çawa be, behsa hêza jinan kir ku çawa dikare li hember sîstema baviksalarî li ber xwe bide û azad bibe. Di riya axaftina wî de min wê demê xwe nas kir. Di wê kêliyê de min biryar da ku ez jî weke serokê xwe mafên jinan li hemberî hemû hişmendiyên baviksalarî biparêzim. Niha ez dikarim li hêmberî her kesê bisekinim. Fikrên serokatî ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo hemû civak û neteweyên bindest in.”
"Silava wî ji bo min peyamek bû"
Zekiya Remedan bi bîr xist ku bi silava despêkê re wê peyama xwe girt û wiha domand: “Piştî ku Rêber Apo civînê bi dawî kir me hemû silavan lê kir. Ez bi cil û bergên xwe yên Kurdî çûm civînê, dema min silav da serokê xwe, Serokatî bi hûçikê min girt û li min mêze kir. Min fam kir ku dibêje van biparêzin ev cil nasnameya me diyar dikin. Ji wê rojê û heya niha jî ez cilê Kurdî li xwe dikim da ku zindî bimîne.”
 "Wêneyê Rêber Ocalan çîrokek e"
Zekiya diyar kir ku temenê wêneyê Rêber Ocalan 30 sal in heye û wiha got: “Wêneyê Rêbertî bi xwe dîrokek e, di wê demê de rejîma Sûriyeyê her dem di malan de lêgerîn dikir. Eger wêneyek Rêbertî yan jî pirtûkek wî bidîtana ew malbat wê hatibûya girtin. Dema dihatin mala me, min ew wêne radikir û vedişart, dema diçûn min wêneyê wî radikir û li odeya xwe dadiliqand. 15’ê Sibatê ji bo me wekî gelê Kurd rojek reş bû, di wê rojê de xwestin bi riya komployê îradeya me bişkînin û Kurdan qir bikin. Lê fikir û ramanên Rêbertî li her derê belav bibû û armanca wan negihişt serî. Lewma heya roja îro jî êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser herêmên me berdewam dikin. Ev êrîş û bûyera Hesekê jî berdewama komploya 1999’an e. Em ê bi têkoşîna xwe tarîtiya 15’ê sibatê ronî bikin û pergala Îmraliyê hilweşînin.”