Dema binçavkirina Nukhet Sirman hate dirêjkirin

Dema binçavkirina Prof. Dr Nukhet Sirman rojek din hate dirêj kirin. Derbarê dozê de biryara nepanî hate dayîn.

Navenda Nûçeyan- Bi hinceta ji bo lêkolîna sahayê kesê pêre hevdîtin kiriye di bin şopandina teknîkê de ye di roja 23’ê Adarê de  Prof. Dr. Nukhet Sirman li mala xwe ya Burgaza ya Stenbolê hate binçavkirin. Hate diyarkirin ku dema binçavkirinê hatiye dirêjkirin. Parêzer Fatoş Helvacioglu diyarkir ku derbarê dozê de biryara nepanî hatiye dayîn û dema binçavkirinê jî rojekê hatiye dirêj kirin.

Hate zanîn ku doza Nukheta Sirman birine Komutandiya Jenderme ya bajarê Mersîn raste rast ji aliyê serdozgeriyê ve tê şopandin. Li bendê ne sibe Nukheta Sirman bibin edliyê.