DEM Partî: Rojnamevanên Kurd riya heqîqetê berdewam dikin

DEM Partî diyar kir ku rojnameya Kurdistanê ji bo gelê Kurd ronakbarî, hişmendiya neteweyî û bi wekhevî têkoşîna azadiyê gevek girîng e, da zanîn ku hilgirtina meşaleya ronîkirinê ya rojnmevanên Kurd berdewam dike.

Navenda Nûçeyan- Berpirsê Komîsyona Çapemeniyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan  (DEM Partî) bi boneya salvegera derketina hejmara yekem a rojnameya Kurdî daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniya bi Kurdî û Tirkî hat dayîn de diyar kir ku serpêhatiya rojnameya Kurdistanê beriya 126 salan li Qahîre- Misir dest pê kir. Îşaret bi wê yekê kir ku rojnameya Kurdistanê ji bo gelê Kurd ji bo  ronakbarî, hişmendiya neteweyî û bi wekhevî têkoşîna azadiyê gevek girîng e û wiha hat gotin: “Ev 126 sal in bi hezaran rojnamevanên Kurd, tevî êrişên bênavber ên ku berberdewam dike, astengî û polîtîkayên înkar û îmhayê di riya Mîqdat Medhed Berdirxan vekirî de, li ser riya heqîqetê bi îsrar meşiyan, ev kevneşopî bi înat berdewam kirin. Di vê wateyê de rojnameya Kurdistanê ji rojnameyekê wêdetir, li dijî înkar, îmha û tunehesibandinê beriya 126 salan bû navê heqîqetê ku li Rojhilata Navîn teyîsî. Ji ber vê dîroka çapemeniya Kurd di heman demê de îsbat kiriye ku bûye qada têkoşîn û berxwedanê û di van demên derbasbûyî de, tevî hemû êrişên tên kirin, ev heqîqeta ronîtiyê bi awayê hemû herêmê bi xwe di bin bandora xwe de mezin kiriye.”

‘Rojnamevanên Kurd pêşengiya guherîn û veguherînê girtin’

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev heqîqeta ku di destpêka sedsalê de derketiye holê di tarîtiya salên 90'î de weke ronahiyê sekna xwe parastiye û di salên 2000'î de jî pêşengiya guherîn û veguherîna siyasî kiriye û wiha hat gotin: “Gelek bûyerên wek qirkirin, komkujî, tundî û binpêkirinên mafên mirovan bi biryardarî û têkoşîna rojnamegerên Kurdî ji tarîtiyê derketine rastiyê û di dîrokê de cihê xwe girtine. Ji ber vê biryardariya rojnamegerên Kurdî li ser wan êriş û zext û zordarî tu car kêm nebûne, ew hatine binçavkirin, girtin û sirgûnkirin. Desthilatdaran bi vî awayî xwestine ku rojnamegerên Kurdî ji rêya heqîqetê dûr bixin.”

Rastî zext sensur û êrişan hatin

Di daxuyaniyê de îşaret bi wê yekê hat kirin ku bi taybetî di 20 salên dawiyê de ji aliyê desthilatdariya AKP'ê ve polîtîkayên zextê, êrişên mezin û sansur hatin meşandin û wiha hat gotin: “Piştî sala 2016’an bi OHAL û KHK'yan hemû saziyên Kurdan hatin xesbkirin, rojname, televîzyon, kovar û radyoyên Kurdî hatin girtin. Ev êrişên ku çavkaniya xwe ji dijminahiya Kurdan digre îro hê jî li ser kar in. Di salen 90'î de ev êriş wek polîtîkayên tunekirinê rû dan û di roja me de jî wek qetlîmanên li ser rojnamegeran tên meşandin. Wek hevriyên xwe rojnameger û akademîsyen Nagehan Akarsel jî bi destên vê zihniyetê hat qetilkirin.

Em Roja Rojnamegeriya Kurdî di serî de li damezrînerê Rojnameya Kurdistanê Mîqdat Mîdhed Bedirxan û hemû kedkar û xemxurên çapemeniya Kurdî pîroz dikin. Em di şexsê Musa Anter, Gurbetelî Ersoz, Nagîhan Akarsel, Hafız Akdemîr û Huseyîn Denîz ve hemû cangoriyên çapemeniya Kurdî bi rêzdarî û bi minet bi bîr tînin. Bîranîna wan, mîrasa wan a têkoşînê û berxwedana wan dê her dem riya me ronî bike."