DEM Partî: Şandeya me ev 40 roj in nikare Abdullah Ocalan bibîne
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan diyar kir ku ev 40 roj in Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê nikare bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk bîne.
Enqere – Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan derbarê geşedanên di rojevê de li Navenda Giştî ya DEM Partiyê civîna çapemeniyê li dar xist. Ayşegul Dogan anî ziman ku Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê di civînên xwe de geşedanên girîng nirxandine û wiha got: “Pêvajoya qanûna çarçoveyê rojeva sereke ye. Bendewariya gel ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê heye. Lê mixabin em nikarin li ser demokratîkbûyîna Tirkiyeyê tiştên erênî bêjin. Komedyenek bi navê Denîz Goktaş dûh hat binçavkirin. Divê ev zextên li dijî demokrasiyê, bên rakirin. Em piştgiriya xwe ya ji bo Denîz Goktaş radighînin û dibêjin divê ev sepanên dijî hiqûqî bi dawî bibin.”
‘Li ser dema qanûna çarçoveyê lihevkirinek heye‘
Ayşegul Dogan bal kişand ser geşedanên pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û wiha pê de çû: “Agahiyên pir şaş tên belavkirin. Weke DEM Partî ji bo ev pêvajo bighê encamê û bingeha demokrasiyê bê xurtkirin, bi hesasiyet tevgeriya. Lê mixabin di van deman de agahiyên ne rast û îdiayên nayên erêkirin, tên belavkirin. Lê rayedarên desthilatê li ber van agahiyan bêdeng in. Em jî di serî de dibêjin ger bingeheke qanûnî tune be, dê xeterî derkevin pêşiya pêvajoyê. Ji bo wê jî divê salnameyek bê diyarkirin. Di van demên dawî de agahiyên erênî jî hene. Li ser dema qanûna çarçoveyê lihevkirinek heye. Lê ji bo salnameyê tiştekî hatiye diyarkirin tune ye. Li ser mijara beriya ku Meclîs bikeve batlaneyê, qanûna çarçoveyê dê bê rojevê, heye.”
‘Qanûna bêçekkirinê divê neyê kategorîzekirin’
Ayşegul Dogan diyar kir ku hê ne diyar e ka qanûna çarçoveyê dê çi bibe û ev yek anî ziman: “Rêxistinê çekên xwe şewitandin. Divê pêvajoya çekdanînê mîsoger bibe û desthilat û partiyên siyasî jî li ser vê yekê rawestin. Bêçekbûn dê çawa mîsoger bibe? Bi demokratîkbûyîn û mîsogeriya hiqûqê pêkan e. Ji bo wê jî hewcedarî bi qanûna çarçoveyek berfireh heye. Birêz Ocalan jî di daxuyaniya 27’ê Sibatê de diyar kir ku hewcedarî bi qanûn heye. Ji bo wê jî qanûna bêçekkirinê divê neyê kategorîzekirin. Kategorîzekirin, bi Tirkiyeyê dide windakirin. Divê em ji serpehatiyên berê dersê derxin. Qanûna çarçoveyê gaveke girîng e ji bo piştî bêçekirinê, lê dê çi bibe? Divê destûr neyê dayîn ku derbarê hundirê qanûna çarçoveyê de agahiyên derew bên belavkirin. Endamên rêxistinê jî ji bo çekdanînê dipirsin wê çi qanûn bên derxistin. Divê bersiva vê pirsê bê dayîn.”
‘Birêz Kurtulmuş zimanekî fikaran çêdike bikar tîne’
Ayşegul Dogan bal kişand ser rapora hevpar a Komîsyona Meclîsê û wiha domand: “Komîsyona Meclîsê li ser fikra hemû partiyan raporek amade kir. Dîsa bi hevdîtinan dikare qanûna çarçoveyê bê amadekirin. Pêdivî bi qanûnek ji bo vegera endamên rêxistinê heye. Ev ji bo pêvajoyê hewcedariyeke bingehîn e. Birêz Numan Kurtulmuş li ser qanûna çarçoveyê dibêje divê neyê derengxistin û tiştek li derve neyê hiştin. Em jî tevli van gotinan dibin. Lê dîsa birêz Kurtulmuş dibêje ev qanûn dê ji bo careke bê derxistin. Ji bo me ne girîng e ku dê çend caran bê derxistin. Em dixwazin êdî kes neyê kuştin. Divê bi tu awayî peşk li vê pêvajoyê neyê xistin, yanê rê li ber provokasyonan bê girtin. Birêz Kurtulmuş dibêje, ‘Yên hatin dê werin, yên nehatin jî ew dizanin û derî ji wan re girtî ye’. Divê ji bo pêvajoyê zimanekî erênî bê bikaranîn. Ev ziman ne rast e. Divê zimanekî ku bêje derî heta dawî dê vekirî be bê bikaranîn. Bendewariya me ji birêz Numan Kurtulmuş ew bû. Lê mixabin zimanekî ku fikaran çêdike bikar tîne.”
‘Ji bo serkeftina pêvajoyê divê deriyên Îmraliyê bên vekirin’
Ayşegul Dogan derbarê rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de jî, banga Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî bi bîr xist û wiha got: “Birêz Bahçelî bang li birêz Ocalan kir. Birêz Ocalan jî bang li rêxistina xwe kir û li gor wê gav hatin avêtin. Niha em gihîştin salvegera şewitandina çekan. Birêz Ocalan dixwest bi beşên cuda yên civakê re hevdîtin bike. Me jî gelek caran got divê şert û mercên birêz Ocalan bên guhertin. Lê tevî muzakerevanê sereke ye jî şert û mercên birêz Ocalan nehatine guhertin. Ji bo serkeftina pêvajoyê divê deriyên Îmraliyê bên vekirin û birêz Ocalan bi hemû kesan re hevdîtinê bike. Tevî ku birêz Ocalan pêvajoyê aniye vê merhaleyê jî şert û mercên birêz Ocalan nayên başkirin. Tecrîd hem didome û hem jî hevdîtin tên astengkirin.”
‘Çima Şandeya DEM Partiyê 40 roj in nikare bi birêz Ocalan re hevdîtinê bike?’
Ayşegul Dogan pirsa “Çima deriyên Îmraliyê nayên vekirin? Çima Şandeya DEM Partiyê 40 roj in nikare bi birêz Ocalan re hevdîtinê bike?” kir û wiha domand: “Pêşnûme ji me re nehatiye. Dibêjin pêşnûme ji birêz Ocalan re çûye û erê kiriye. Lê em ê vê çawa piştrast bikin? Şandeya me nikare hevdîtinê bike. Parêzer nikarin hevdîtinê bikin. Em ê çawa bizanibin ku birêz Ocalan ew peşnûme qebûl kiriye. Tenê em dizanin ku di 25’ê Gulanê de hevdîtinek pêk hatiye. Em di aştiyê de israr dikin û em ê israr bikin jî. Em ê vê biryardariya xwe bidomînin. Ger hûn hevdîtinê bi birêz Ocalan re bi rêk û pêk nekin, dê rê li ber nîqaşên xitimandina pêvajoyê veke. Birêz Ocalan dibêje ku bendemayîn ji bo pêvajoyê rîskan çêdike.”
‘Em jî di pêvajoyeke guherîn û veguherînê de derbas dibin’
Ayşegul Dogan anî ziman ku amadekariyên ji bo kongreya partiya wan jî berdewam dikin û wiha axivî: “Dirûşmeya kongreya me diyar bû. Em ê bi dirûşmeya, ‘Ji bo Komara Demokratîk Civaka Azad û Rêxistinkirî” konferansên xwe li dar bixin û xwe bighînin hemû beşên civakê. Em jî di pêvajoyeke guherîn û veguherînê de derbas dibin û nîqaşên vê yekê dikin. Bernameya partiya me jî tê amadekirin. Bernameya partiya me dê hemû beşên civakî bigre nava xwe û li ser esasê îradeya herêmî dê bibe. Em ê piştî konferansên li bajaran, konferansên herêmî li dar bixin û piştre konferansa jinan di 20-21’ê Tebaxê de û konferansa mezin jî di 22-23’yê Tebaxê de li dar bixin. Piştî van konferansan jî em ê kongreya xwe ya mezin pêk bînin.”
‘Hê jî em bi naveroka qanûna çarçoveyê nizanin’
Ayşegul Dogan li ser pirsên rojnamegeran a derbarê daxuyaniya KCK’ê de jî ragihand ku ew lihevkirina ji bo qanûna çarçoveyê pirr girîng dibînin û wiha got: “Di meha Tîrmehê de qanûna çarçoveyê dê bê rojeva Meclîsê. Lê dîrok ne zelal e. Hê jî em bi naveroka qanûna çarçoveyê nizanin. Em nizanin çi hatiye amadekirin. Gelek agahî tên belavkirin lê rast in an ne rast in em nizanin. Şandeya me gelek hevdîtin kirin. Bi AKP’ê re hevdîtin pêk anî. Li ser qanûna çarçoveyê danûstandin hatin kirin. Lê heta niha pêşnûmeqanûn bi me re nehatiye parvekirin. Divê ev pêşnûme bi me re û bi partiyên siyasî re bê parvekirin û piştî lihevkirinê bê rojeva Meclîsê.”
Ayşegul Dogan li ser pirsa guhertina navê DEM Partiyê jî diyar kir ku dê di konferansan de guhertina nav bê nirxandin û piştre jî dê hem guhertina nav û gelek xalên biryarê û bernameyê bên diyarkirin.