DEM’ê ji Geverê bang kir: Em AKP’ê hişyar dikin

Hevserokê Giştî yê DEM’ê Tuncer Bakirhan ê ku serdana Geverê kir bang li hikûmeta AKP'ê kir û got: “Qeyûm hiqûqeke dijmin e ku têgihiştin û vîna piçûk a ku li vî welatî ji bo aşitiyê heye ji holê rake. Em AKP’ê hişyar dikin.”

Navenda Nûçeyan - Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) li dijî tayînkirina qeyûm ji bo Şaredariya Colemêrgê, serdanên xwe yên li bajêr didomînin. Heyeta ku di nav de Hevserokê Giştî yê DEM’ê Tuncer Bakirhan û Hevseroka berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan jî di nav de bû, serdana Şaredariya Geverê û esnafan kir.

Di dema ku heyet rastî eleqeyek mezin hat, kesên li gel heyetê bênavber dirûşmeyên “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin”, “Qeyûmê faşîst”, “Qeyûm derkevin” û “Wê roj were dewran bizivire û qeyûm hesabê didin gel” berzkirin.” Tuncer Bakirhan ku piştî serdana esnafan li ber avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Navçeya Geverê daxuyanî da û got:

“Em duh jî li Colemêrgê bûn. Bi tayînkirina qeyûman vîna gelê Colemêrgê hat desteserkirin. Em bi hemû rêxistinên xwe re 4 rojan li kêleka gelê Colemêrgê bûn. Em ji Geverê gelê xwe yê li wir vîna xwe diparêzin û zîhniyeta ku vîna wan desteser dike qebûl nakin, silav dikin. Gelê Colemêrgê nîşan da ku ew careke din qeyûm naxwazin û li dijî feraseta wî ne. Ji ber ku 2 serdemin li van axan ji aliyê hikûmetê ve qeyûm hatine tayînkirin û dîtine ka qeyûm bi kiryarên xwe çi ne. Gelê Geverê herî baş feraseta qeyûm dizane. Li Geverê her kes bû şahid ku zîhniyeta qeyûman rêveberiyên herêmî çawa tehrîb kir û kişand deynan. Di vê serdemê de tevî hemû hilbijartinên derqanûnî, sextekarî û veguhestina dengan jî, hikûmeta têkçûyî ya AKP-MHP’ê dîsa qeyûm tayînî Colemêrgê kir. Qismên demokratîk û Kurdên ji hemû qismên Tirkiyeyê wê vê tayînkirina qeyûm qebûl nekin û qebûl jî nekir.”

‘Qeyûmê xwe vekişînin’

Tuncer Bakirhan, diyar kir ku li Tirkiyeyê cara pêşî gel li dijî tayînkirina qeyûm li Colemêrgê helwesteke hevpar nîşan da û bertek nîşan da û got: “Ji Edîrne heta Colemêrgê partiyên siyasî, rêxistinên sivîl û sazî û rêxistinên dost, yên girêdayî û yên nepartî, li dijî qeyûm dengê xwe bilind kirin. Em dixwazin ku ew berxwedana li dijî qeyûm ya li Colemêrgê derket holê, bibînin. Qeyûm ne çare an çareserî ye. Qeyûm hiqûqeke dijmin e ku têgihiştin û vîna piçûk a ku li vî welatî ji bo aşitiyê heye ji holê rake. Em AKP’ê hişyar dikin. Qeyûmê xwe vekişînin, zîhniyeta xwe ya qeyûm biqedînin. Ger hûn bi rastî dixwazin van pirsgirêkan çareser bikin, îradeya gelê Kurd ji bo axaftin û nîqaşê amade ye. Lê ger hûn bibêjin em ê di qeyûm de bi îsrarin, biborin, em ê li ber xwe bidin û em destûrê nadin qeyûm.”

‘Gelê Kurd gelekî bi rûmet e’

Tuncer Bakirhan di axaftina xwe de xîtabî rêxistina AKP’ê ya bajar û navçeyan ên li Colemêrgê û navçeyên wê kir û got: “Dibe ku li vî bajarî welatiyên me yên dengê xwe dane AKP’ê jî hebin. Em dibêjin kêmek wijdan. Ji niha û pê ve divê tu Kurdekî xwedî wijdan û bi rûmet dengê xwe nede AKP'ê û bibe endamê AKP’ê û li ber avahiya AKP’ê re jî derbas nebe. Heqaretan li we dikin, ziman û çanda we ji nedîtî ve tên, li ser vîna we qeyûm tayîn dikin. Ji 7 salî heta 70 salî Kurda dixin girtîgehan. Û şerm nakin dibin AKP’yî. Gelê Kurd gelekî bi rûmet e. Neviyên Şêx Saît û Seyît Riza ne. Divê rê nedin vê hovîtiyê.”