Delal Xelîl: Îradeya gel bingeha serkeftinê ye
Di nava krîza tevlîhev a Sûriyeyê, rageşiyên siyasî, ewlehî û civakî de, piştî êrîşên rojên dawî ku taxên Elewiyan dikin hedef, fikara pevçûnên mezhebî zêdetir bû. Van êrîşan di nava welatiyên ku li herêmê dijîn de tirsek mezin çêkiriye.
ESMA MUHEMED
Qamişlo – Sûriye, bi salan e di nava krîz û bêîstîqrariyê de ye. Di demên dawî de komên çete yên girêdayî Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) li dijî baweriyên cuda û mezheban êrîşên hovane pêk tînin ev jî fikaran zêde dike û li pêşiya pêkhatina aştiyê dibe bend.
Hevseroka Konseya Bawerî û Olan a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Delal Xelîl ji ajansa me re axivî û diyar kir ku êrîşên di demên de dawî de li bajarê Humsê, li dijî taxên Elewiyan çêbûne, ji hev ne cuda ne û da zanîn ku ev êrîşên organîzekirî ne, civakan dikin hedef û zirarê didin bigeha jiyana hevpar.
Delal Xelîl destnîşan kir ku ev êrîş li dijî mezheban in û nîşaneya lawaziya tedbîrên ewlehiyê ye, ji bo pêşîgirtina kûrbûna cudahiya civakî, pêwistî bi mudaxeleyek berpirsyar heye û got: “Welat îro di pêvajoyeke hesas de ye. Hêzên siyasî û civakî divê formulek hevpar ku pêşiya parçebûn û şerên li Sûriyeyê bigrin bibînin.”
Domandina pevçûnan nîşaneyên teqînek nû ne
Delal Xelîl anî ziman ku konsey, êrîşên komên çete yên girêdayî Heyet Tehrîr el- Şam li dijî taxên Elewiyan weke gefek cidî dinirxîne. Ev êrîş organîzekirî ne rasterast civakê dikin hedef, sûcên şer in û wiha got: “Bi van êrîşan peyama gefê tê dayîn, ji yên berê ne cuda ne. Bi awayekî dubare hedefgirtina herêmên Elewiyan, nabe ku weke bûyerên cuda werin destgirtin. Ev êrîş parçeyek ji modela ku hewl dide yekîtiya gelan xirab bike, di nava civakan de dijminatiyê bide avakirin e. Ger ji bo vê rewşê gavên bi biryar û lezgîn nayên avêtin; dê ev rageşî xetera vegere fitneya demdirêj zêde bike.”
Erka parastinê divê nebe qurbana siyasetê
Delal Xelîl, diyar kir ku li herêmên rewşa wan hesas divê ewlehiyek bê alî were pêkanîn û berpirsên êrîşan kî be bila bibe hesab bidin û divê destûr neyê dayîn ku hinceta hedefgirtina sivîlan bibe nasnameyên mezhebî û wiha got: “Jiyana hevpar û têkiliya rojane di navbera civakên olî de, yek ji temînata herî girîng ku civaka Sûriyeyê dikare li ser lingan bimîne. Êrîşên dawî vê bingehê hejandin û gelek kes ji fêdeyên çareseriyên siyasî û kapasîteya rayedaran a parastina civakan bi guman in. Ger ev yek bi awayekî lezgîn û berpirsyarî neyê destgirtin wê rewş di navbera gel û rêveberan de bêbaweriyê kûrtir bike.”
Berpirsyarî xeta yekem a parastinê ye
Delal Xelîl îşaret bi wê yekê kir ku konsey di nava hewldaneke diyalogê ya berfireh de ye hewl dide kesayetên olî û lîderên civakê bîne ba hev, aramanc bihêzkirina pêwendiyan û jinûveavakirina pira di navbera civakan de ye û got: “Divê di medya û platforêmên olî de, pêşî li gotinên provokator were girtin û zimanê ku yekîtiya civakê teşwîq dike hebe. Gotinên berpirs, li dijî hewldanên ku dixwazin civakê lawaz bikin û tovê parçebûnê davêjin xeta yekam a parastinê ye.”
Delal Xelîl destnîşan kir ku valahiya ewlehiyê, di êrîşên demên dawî de li herêmên perav û Suweydayê hatin jiyîn û hedefgirtina îbatexaneyan bi eşkere tê dîtin û got: “Bi beşdariya hemû pêkhateyan divê zagonek nû were derxistin. Bi avakirina komîsyonên hevpar ku nûnertiya bi edalet bigrin bin temînatê, destpêkirina kampanyayek antî-mezhebî ya neteweyî pêwist e. Ev yek divê ji aliyê saziyên civakî, medyayê dest pê bike.”
‘Bi bernameyê hedef bihêzkirina diyalogê ye’
Delal Xelîl bi bîr xist ku berê konseyê ‘Bernameya parastina jiyana bi hev re’ daye destpêkirin û got: “Bi bernameyê hedef ew e ku bi riya civîn û formên ku nûnerên olên cuda yên civakan û civaka sivîl bîne ba hev û qadên diyalogê ku dilsoziya mirovan bi hêz dike ava bikin. Di heman demê de bername kampanyaya medyayê ya bi navê ‘li dijî mezhebiyê mil bi mil’ digre nava xwe û ev kampanya hedef dike ku li dijî gotinên provakatîf bisekine. ”
Delal Xelîl di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Îradeya gel bingeha rast a serkeftina pergalan e. Ev îrade aliyê polîtîkayan diyar dike û aramiya civakê pêk tîne. Ceribandinên dinyayê nîşan didin ku dewletên rêzê li îradeya welatiyan digrin, dikarin saziyên bi hêz ava bikin û ji heqê krîzan derbikevin. Kesên ku dengê gel ji nedîtî ve tên, ber bi parçebûn û şeran ve diçin. Ji ber wê guhdayîna dengê gelan, tekane riya avakirina pêşerojeke bi aram û adil e.”