Delal Bedûr a ji Lazqiyê: Tevgera azadiyê riya rizgariyê nîşanî me da
Delal Bedûr ku ji pêkhateyê Ereb e li peravên Sûriyeyê li bajarê Lazqiyê ji dayîk bûye, bi temenê xwe 55 salî ye, zêdetirî 40 salan e li bajarê Qamişloyê dijî. Delal Bedûr behsa naskirina xwe ya tevgera azadiyê kir, got riya rizgariyê nîşanî wan daye.

ZEYNEB ÎSA
Qamişlo – Şoreşa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi berxwedana bêhempa ya jinên şoreşger gihîşt lûtkeyê. Jinên ku xwediyên şoreşê ne, salên dirêj bi awayekî ji hikûmeta Şamê veşartî kar û xebatên ji bo azadiyê meşandin. Yek ji jinên ku xebatên azadiyê meşandin jî Delal Bedûr e. Delal, ji peravên Sûriyeyê bajarê Lazqiyê ye. Dema ku 15 salî bû tevgera azadiyê nas kir. Ji wê rojê û pê ve dest bi têkoşîna xwe ya ji bo fêrbûna zimanê Kurdî kir. Delal hem hevjîn, hem jî dayîkek ku zarokek xwe di şer de wenda kirî ye. Delal ji ajansa me re behsa naskirina xwe ya tevgera azadiyê kir.
‘Tiştê ku zêde bala min kişand pergala neteweya demokratîk bû’
Delal Bedûr behsa destpêka naskirina xwe ya tevgera azadiyê kir û got: “Dema ku min tevgera azadiyê nas kir, 15 salî bûm. Bi riya hinek hevalan, li bajarê Lazqiyê yê li peravên Sûriyeyê, hatin mala me û bi riya civînekê tevgera azadiyê bi me dan naskirin. Dema ku hevalan civîn li dar xistin, ez pir li ser tevgera azadiyê hizirîm û ji wê ji tevgerê bi bandor bûm. Piştre min gelekî li ser parêznameyê Rêber Apo lêkolîn kir û xwend, bi wê lêkolînkirina min re ez bi ramanên Rêber Apo ve hatim girêdan. Ji wir û pê ve min xwest xebatên tevgera azadiyê bikim. Piştî demekê ez zewicîm, hevjînê min Kurd e, ez bi hevjînê xwe re hatim bajarê Qamişloyê, di wê demê de min dest bi kar û xebatan kir heta roja îro jî didomînim.”
‘Ji ber xebata xwe min ji jiyanê hez dikir’
Delal Bedûr diyar kir ku di mala gel û Rêveberiya Komîna Şehîd Aram de cihê xwe girtiye, kar û xebat di wir de piştî Şoreşa Rojava meşandiye û wiha berdewam kir: “Piştî ku Şoreşa Rojava bi pêşengiya jinan hat lidarxistin, saziyên me yên Rêveberiya Xweser hatin avakirin, lawê min şehîd ket, min cihê xwe di Meclîsa Malbatên Şehîdan de girt. Ji ber ku min ji kar hez dikir xwest her karê ku bikeve pêşiya min ez bikim. Ji ber wê jî 3 salan di Mala Gel de xebitîm, paşê bûm hevseroka Komîna Şehîd Aram. Piştî 2 salan ji kar û xebatên Komîna Şehîd Aram min di Mala Gaziyan de kar kir. Birînên hevalan derman dikim weke dayîkek, li wan miqate dibûm. Her dem min ji jiyana xwe hez dikir, ji ber ku ez karekî serbilind dikim û ji bo azadiya hemû gelan e, niha jî ez endama komîna Şehîd Aram im.”
‘Jin di tevgera azadiyê de di hemû waran de xebitîn’
Delal Bedûr bal kişand ser rola jinan a di tevgera azadiyê de û wiha pê de çû: “Jinan di tevgera azadiyê de cîhê xwe di hemû qadan de girt û bûn pêşengên civakê, bi taybetî jî jinên Kurd. Xwedî îrade û cesaret in ji bo wê jî wek jinek ji pêkhateyên Ereb min îradeya xwe ji jinên Kurd girt û min da ser şopa wan. Piştî şehadeta hevjînê xwe ez bi hêztir bûm, min biryar da heta dawiyê têbikoşim û riya hevjîn û lawê xwe bidomînim û ez keda wan li erdê nehêlim. Ji bo wê jî min zarokên xwe li ser fikir û felsefeya Rêber Apo mezin kir û riya bav û birayên wan bi wan da naskirin.”
‘Sûriyeya wekhev û rengîn dê were avakirin’
Delal Bedûr bal kişand ser komkujiyên ku li peravên Sûriyeyê çêbûn û daxwaza Sûriyeya ku hemû netew bihewîne nava xwe kir û wiha bi dawî kir: “Komkujiyên ku li peravên Sûriyeyê li dijî pêkhateyên Suryan û elewî çêbûn, şermezar dikim. Sûriye ya hemû mezheban e, ne tenê ya ola îslamê ye. HTŞ’ê di bin navê olê de komkujiyan pêk anî û gelê me yê Suryan, Ermen û Elewî dikuje. Em dixwazin Sûriyeya wekhev û rengîn were avakirin, hemû netew cihê xwe tê de bigrin û di Sûriyeya nû de mafên wan mîsoger bibe.”