Deklerasyona Newrozê ya sala 2022’yan hat aşkerakirin

Li navçeya Sûra Amedê Deklerasyona Newrozê ya sala 2022’an hat aşkerekirin. Salîha Aydenîz û Emel Temel bang li jinan kirin ku bi ruhê yekitiyê agirê Newrozê pêxin.

Amed – Li 72 navendên cuda yên Kurdistan û Tirkiyeyê bi dirûşma ‘Dem Dema Serkeftinê Ye’ dê Newroza sala 2022’yan were pîrozkirin. Kongreya Civaka Demokratîk (DTK), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Heremên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiyên Tifaqa Kurdistanî ji bo daxuyaniya Deklorasyona Newroza vê salê li Otela Demîr hatin gel hev. Di daxuyaniyê de bi nivîsa ‘Dem Dema Serkeftinê Ye’ pankart hat vekirin.

“Her sal Newroz bi coşeke mezintir tê pîrozkirin”

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz di dema daxuyaniyê de mafê axaftinê girt, wiha got: “Kurdan bi ked, bedel, xwîn û rondikên hezar salan Newroz kir roja vejîn û berxwedana neteweyî. Kurd bûne Newroz, Newroz bûye gel. Newroz îfadeya hebûna gelê Kurd û vîna jiyana azad û demokratîk e. Îro germahî û ronahiya agirê berxwedanê yê ku Kawayê Hesinkar pêxistiye, bi destên Kawayên hemdem gelê Kurdistanê û tevahiya mirovahiyê ronî dike. Ligel vejîna xwezayê Newroz veguherî qîrîna gelê Kurd a 'Azadî nasnameya min e.' Bi vê hişmendiya dîrokî em li ser axa geş a erdnîgariya zincîrkirî ya ku bêhna xwîn û barûtê jê tê, ji Newrozeke nû re dibêjin merheba.”

"Hemû êrîş berpirsyariyên me tînin bîra me”

Salîha Aydenîz diyar kir ku li cîhanê, Rojhilata Navîn û Kurdistanê zilm û zordarî zêde bûye û wiha axivî: "Ev hemû êrîş jî berpirsyariyên me tînin bîra me. Em çareseriyê di pêşxistin û berdewamkirina gavên ku me ji bo yekitiya neteweyî ya demokratîk a Kurdistanê avêtine, dibînin. Bi vê gavê re em ê hem têkoşîna azadiya neteweyî ya Kurdistanê bidin ser milên xwe û ji aliyê din ve jî em bawer dikin ku keda me wê ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê jî çêbibe. Di pêvajoyeke wiha dîrokî de em Newroza 2022’yan bi şîara “Dem dema serkeftinê ye” pêşwazî dikin.

“Bi ruhê azadiyê em ê bigihîjin serkeftinê”

Salîha Aydenîz diyar kir ku Newroz destpêka biharê ye, roja hêviyên nû destkeftiyên mezin e û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Gelê Kurd ê ku bi Newrozê re xwe ji nû ve afirand, ji bo bidestxistina azadiya xwe ji her demê bêhtir nêzî serkeftinê ye. Em ê Newroza 2022’yan weke Newroza azadî û serkeftinê pîroz bikin. Em bang li gelê xwe dikin ku li dora agirê Newrozê bê cem hev, coş, hêrs û serhildana xwe bilind bike, daxwazên xwe yên azadiyê biqîre û li her dera ku lê ye Newrozê pîroz bike. Ji bo ruhê berxwedanê yê jinan ku di 8'ê Adarê de derketiye holê bi rihê azadiyê di Newrozê de mezin bike û ber bi serkeftinê ve bibe, em bang li her kesê dikin ku dakevin qadan û Newrozê bi coş pîroz bikin.”

“Divê jin bi ruhê yekitiyê agirê Newrozê pêxin”

Ji bilî beşdaran li ser navê TJA'yê jî Emel Temel axivî. Emel Temel da zanîn ku ew di pêvajoyeke ku jin li dijî zilmê berxwedana xwe mezin dikin de ne û wiha got: “Ji bo jinên Kurd biharê di 8’ê Adarê de dest pê kir. Jinan li qadan bi berxwedanê bersiv dan zilmê. Daxwazên xwe yên azadî û demokrasiyê anîn ziman. Em bi vê daxwazê, ​​Newroza 2022’an pêşwazî dikin. Newroz yekitiya Kurd û jinan e. Em bi vî ruhî diçin Newrozê. Divê jin bi ruhê yekitiyê agirê Newrozê pêxin. Em ê bi ruhê 8'ê Adarê vê Newrozê bikin Newroza azadiyê. “Sedsala 21’ê dê bibe sedsala jin û Kurdan.”

Piştî daxuyanî û axaftinan beşdaran yekemîn govenda Newrozê bi stranên Kurdî gerandin.