Deh jinên Afganî Xelata DVF girtin

Xelata Navdewletî ya Diane Von Furstenberg îsal ji deh jinên Afganî yên bi bandor re tê dayîn ku hêz û cesaret nîşan dane û jinên Afganistanê bi hêz kirine.

Navenda Nûçeyan Enstîtuya Cîhanî ya Diane von Furstenberg û Weqfa Malbata Diller von Furstenberg xelata DF dan 10 jinên rojnamevan, lîstikvan û çalakvanên sivîl ên Afganî ku ji bo bihêzkirina mafên jinên Afganî xebat kirine.

Her sal, Enstîtuya Global Diane von Furstenberg ku bingeh li Dewletên Yekbûyî ye, xelatan dide jinên ku jiyana xwe terxan dikin ji bo guhertina jiyana jinên din û jinên ku cesaret û hêza wan a jiyanê hebûye û ezmûnên wan bûne sedema guhertina jiyanê ya erênî.

Navê jinên ku ev xelat wergirtine wiha ne: “Şefîqe Xelfak, Muqedes Yurîş, Şebnem Hesen Xan, Şehla Ferîd, Mercan Mihemedî, Meryem Ekremî, Anîsa Şehîd, Mehel Fak, Satorî Kerîmî û Şebnem Salih.”

Sêwiranera modayê ya Belçîkî Diane von Furstenberg û damezrînera malbata Diller von Furstenberg di sala 2010’an de ji bo rêzgirtina jinên bi hêz û dilsoz xelat çêkirin.

Xelata Navneteweyî ya Diane Von Furstenberg îsal cara yekem li Venedîkê di merasîmeke ku hevdem ligel Festîvala Fîlman a Navdewletî ya bajêr tê lidarxistin de, pêşkêşî wergêran tê kirin.