Dê li Silêmaniyê şêwira jinên Kurd a “Qirkirina jinan bi dawî bikin” bê lidarxistin

Sibê li Silêmaniyê bi dirûşma “Qirkirina jinan bi dawî bikin” dê şêwira Jinên Kurd bê lidarxistin. Di çêwira dê du rojan dom bike de dê jin di bin pênc sernavan de nîqaşan bikin.

Navenda Nuçeyan - Sibê bi pêşengiya Komîsyona Jinan ya Kongreya Netewî a Kurdistan (KNK) û Yekîtiya Jinan a Kurdistanê bi dirûşma “Qirkirina jinan bi dawî bikin” dê şêwira Jinên Kurd li bajarê Silêmaniyê bi amadebûna jinên ji her çar aliyên Kurdistanê were li darxistin. Di şêwira Jinên Kurd a ku wê li Hola Tewar ya Silêmaniyê pêkwere de dê nîqaş dibin pênc sernavan de bên pêşxistin û dê du panel bên dayîn. Herî dawî jî dê encamnameya şêwirê bi raya giştî re bê parkirin.

Şêwir wê destpêkê bi axaftina Sekretera Yekîtiya Jinên Kurdistan Kafiye Silêman û Hevseroka Kongreya Netewî ya Kurdistanê Zeyneb Murad destpê bike.

Piştre dê panela yekem destpê bike. Di panela yekem de wê mijarên “Tundûtujî û girtina jinan ya ji ber desthilata siyasî, di nasnameya jinan de rola yasa û çandê û rewşa jinan a dibin zextên siyasî de” werin pêşkêşkirin.

Di panela duyem de jî wê “Rewşa jinan a dibin desthilata dagirker de, rewşa jinên Êzidî ya di rastiya niha de” werin pêşkêş kirin.

Ji her çar aliyên Kurdistanê wê aktivîst, parlamenterên jin tevlî şêwirê bibin û mijarên xwe pêşkêş bikin.