Dê li Enqereyê li aqubeta Gulistan Doku bipirsin

Xwişka Gulistan Doku Aygul Doku li ser hesabê xwe yê medyayê ragihand ku ew ê di 22’ê Sibatê de li Enqereyê bin û dê çalakiya xwe li Enqereyê bidomînin.

Navenda Nûçeyan - Malbata Gulistan Doku ya ku ji 5'ê Çileya 2020'an û vir ve winda ye, ji bo aqûbeta keça xwe bizanibin di 1'ê Çileya 2022'an de li ber Edliyeya Dêrsimê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Malbatê biryar da ku çalakiya xwe li Enqereyê bidomîne û di roja 35'an de çalakiya xwe bi dawî kir û derbasî Amedê bû. 
Xwişka Gulistan Aygul Doku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî dîmenek parve kir û ragihand ku ew ê 22’ê Sibatê roja sêşemê li Enqereyê bin. Aygul Doku got: "Em li bendê bûn ku Gulistan piştî sê rojan were malê, ev 779 roj in Gulistana me tune ye. Em gelek caran çûn ber deriyên rayedaran. Tu deriyê me lê neda, nema. 779 roj in keça me di tarîtiyê de ye. Ji bo em pirsa Gulistanê li ku ye dîsa pirs bikin em ê di 22'ê Sibatê de li Enqereyê bin. Hemû kesên ku keçên wan hene bila ji bo dîtina Gulistanê ji me re bibin alîkar û lê xwedî derkevin. Îro ger Gulistan neyê dîtin û ev bûyer di tarîtiyê de bimîne dê zarok û hezkiriyên we jî ne di ewlehiyê de bin. Werin em bibin yek û ji vê yekê re bibêjin bes e. Em bibin dengê Gulistanê. Gulistanê di 8'ê Adarê de pankartek rakiribû li ser "Tu biqîre da ku tundî tune bibe.” Nivîsîbû. Werin em bi hev re ji bo Gulistanê biqîrin, bila di tariyê de nemîne. Gulistan vê tariyê vê dawiyê heq nake."