Dê li dijî komployê ber bi Gemlikê ve bimeşîn

Di sala 24’emîn a komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de dê ber bi Gemlîkê meş bê destpê kirin. Her wiha Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê ku ji 36 kesan ji 7 welatan pêk tê, li Tirkiyeyê dest bi têkiliyên xwe kir.

Navenda Nûçeyan – Bi komploya navneteweyî ya 5’ê Sibata 1999’an re anîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ji Tirkiyeyê ket sala xwe ya 24’an. Di wesîleya salvegera komployê dê di 6'ê Sibatê de, ji navçeyên Mêrdîn-Qoser û Colemêrg-Gewerê ber bi Gemlîkê ve meşeke du alî bê lidarxistin.

Kongreya Civaka Demokratîk (DTK), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Cezaxwariyan a Medê (MED TUHAD-FED) û Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Xizmên xwe Windakirine ua Dergûşa Şaristaniya a Amedê (MEDYA-DER) ji bo meşa ku bi dûrişmeya “Em ji bo Çareseriya Demokratîk ber bi Îmraliyê ve Dimeşin” bê li darxistin, li avahiya Rêxistina DBP’ê ya bajêr civîna çapemeniyê hat li dar xistin

Bila tavilê hevdîtin bên destpêkirin’

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku ev 22 meh in tu agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin û hat gotin, "Em vê bêtêkiliya mutleq a li ser Birêz Ocalan ku di serî de gelê Kurd gelên Tirkiye û Rojhilat Navîn wek îradeya çareserî dibîne, red dikin û em dixwazin demil dest bi wî re hevdîtinên parêzeran bê destpêkirin."

‘Di şexsê Birêz Ocalan de îradeyeke çareseriyê di bin tecrîdê de tê girtin’

Di daxuyaniya ku hatê diyar kirin di mijara tenduristî û jiyana Abdullah Ocalan de fikar tên jiyîn, wiha hat gotin: “Heta ku tecrîda giran a li ser Birêz Ocalan bidome, Tirkiye wê nikaribe ji krîza aborî, siyasî û civakî ya ku tê de ye rizgar bibe. Ji ber ku tecrîda li Îmraliyê tê wateya çaresernekirina pirsgirêka kurd, berdewamiya şer, xizanî û krîzên giran. Pergala desthilatdar bi salan e dixwaze di şexsê Birêz Ocalan de îradeyeke mezin a çareseriyê û aştiya civakî ya Tirkiyeyê jî di bin tecrîdê de bigire. Di şexsê Birêz Ocalan de pêşeroja azad a gelan di bin îpotekê de ye.”

Dê di 15’ê Şibatê de li Gemlikê bin

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Hikûmet ji pêkanîna berpirsiyariya xwe ya siyasî direve û lêgerîna edaletê paşguh dike. Parlementerên me bi rojane li ber Meclisê çalakiya rûniştinê pêk tînin û heta îro ji vê çalakiyê re tu bersiv nehatine dayîn. Li dijî vê yekê em ê di navbera 6 û 15’ê sibatê de meşeke xurt li dar bixin. Armanca sereke ya meşa me ya ku bi dirûşmeya ‘Ji bo çareseriyê em ber bi Îmraliyê ve dimeşin’ wê ji Qoser û Geverê dest pê bike û heta Gemlikê bidome, ew e ku bilez Birêz Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne! Em aşkera diyar dikin ku li dijî vê siyaseta xapandinê êdî tehamûla me nemaye. Heta ku ev tecrîda giran li ser Birêz Ocalan rabe, em ê çalakiyên xwe bidomînin. Li dijî tecrîdê êdî em ne li benda gotinên balkêş, xapandin û manîpulatîf in, em li benda gavên şênber in.”

Banga piştgiriye

Di daxuyaniya ku hat xwestin dawî li binpêkirinên li dijî Abdullah Ocalan bê anîn û bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne de, bi van gotinan bang hat kirin: “Birêz Ocalan ji bo me û bi milyonan mirovan hêviya çareseriya demokratîk e. Em dixwazin vê hêviyê ji tarîtiya tecrîdê derxînin û li welatekî azad û demokratîk bijîn. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku xwedî li vîna aştî, azadî û demokrasiyê derkevin û hemû derdorên demokratîk piştgiriyê bidin meşa me.”