“Dê ev kongre bibe hêviya pêşketina ragihandina azad”
Rojnamevanên jin ên ku beşdarî Kongreya 6’emîn a Yekîtiya Ragihandina Azad bûne gotin: “Îro rojnamevanên Kurd bi karê xwe dibin dengê gelê xwe.”
Qamişlo- Yekîtiya Ragihandina Azad bi dirûşma “Pêkve ber bi ragihandina hişmend, berpirsiyar û sinc ve” bi tevlîbûna 200 delegeyan kongreya xwe li dar xistin. Konferans li bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate li dar xistin. Her wiha sazî û dezgehên ragihandinê, rojnamevan û rewşenbîr di kongreyê de amadebûn. Li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevlîbûna rojnamevanan ji Kongreyê re pêk hat. Têkildarî kongreyê rojnamevanên jin ên lî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kar dimeşînin nêrînên xwe parve kirin.
“Rojnamevanên jin dibin dengê gelê xwe”
Rêveberiya Star Fm Medya Silêman wek delege beşdarî konferansê bûye wiha nêrîna xwe parve dike: “Em ji radyoya xweser Star Fm beşdarî kongreya 6’emîn a Yekîtiya Ragihandina Azad dibin. Îro em bi saya şehîdên şoreşê hatin vê astê, ji lewra em di destpêkê de vê kongreyê li wan pîroz dikin. Em li dar xistina vê konferansê hemû rojnamevanan pîroz dikin. Îro rojnamevanên kurd bi karê xwe dibin dengê gelê xwe. Li dar xistina Kongreyek wiha bi taybet divê demê de pir girînge. Li seranserî Kurdistan û Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrîşên dijwar heye, di van êrîşan de rojnamevanên ku rastiyan derdixîne dibe armanca êrîşan. Nirxandinên gelek girîng di vê kongreyê de hatin kirin. Di rapora salanê de nebesiyên ku hatine jiyîn tespîtê wê gelek xurt hatibû kirin ku em wan nebesiyan dubare nekin. Her wiha rêziknameya Yekîtiya Ragihandina Azad hate xwendin ku dê guhertin û veguhertinên pêwist çêbibin. Armanc ewe ku hemû endamên ku di saziyên ragihandinê de cihê xwe digirin, ji bo azadiya vê gelê û bibin dengê gelê xwe. Em di wê hêvî de ne ku hemû ragihandin xizmeta saziyên xwe û gelê xwe bikin.”
“Kombûna rojnamevanan bi wate ye”
Pêşkeşvena Ronahî Tv Cûdî Elî kongre li tevahî rojnamevanan pîroz kir û got: “Em jî wek Endama Yekîtiya Ragihandina Azad di kongreya 6’emîn de amadene. Îro li tevahî rojnamevanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kombûne, ev yek pir bi wateye. Herkes bi awayek azad fikir û nêrînên xwe parve dikin. Li vir diyar dibe ku hemû ragihandin dixwaze bighêjin encamekî, ji ber ku herkes bi nêrîna xwe bersiva xwe didin. Hemû rojnamevan dixwazin di herêmê de ragihandina azad avabikin. Her kongreyek ku tê li dar xistin pêşketinên mezin çêdibe. Di konferansê de rapor û rêzikname hate xwendin ku guhertin çêbibin. Dê ev Kongre bibe hêviya pêşketinên ragihandina azad. Divê rojnamevan jî li gor rewşa heyî karên bi bandor çêbike. “
“Em ê dengê rastiyê her nûjen bihêlînin”
Pêşkêşvana Sterk Tv Şîrîn Hesen, ku beşdarî kongreya 6’emîn a Yekîtiya Ragihandina Azad bûye nêrîna xwe wiha parve kir: “Îro em ji bo Kongreya 6’emîn a Yekîtiya Ragihandina Azad li vir amadebûne ku em vê kongreyê li tevahî rojnamevanên kurd pîroz dikin. Di demek wiha hesas de li dar xistina Kongreyên wiha cihê serkeftinê ye. Ruxmê êrîş, zor û zehmetiyan me karîbû di nava 10 salan de 6 kongre pêk bînin ku cihê şanaziyê ye. Hêzên desthilatdar û hegemonîk her çiqas bixwazin dengê rastiyê bê tefandin, lê Yekîtiya Ragihandina Azad karibû bibe dengê gelê xwe û herdemê zêdetir xwe bi rêve bir û karê xwe berfirehtir kir. Dewleta tirk bi xwe jî gelek rojnamevan di êrîşan de xistiye armanc û wan şehîd xistiye, lê îro em dikarin bêjin ku em xewin û xeyalên şehîdan dewam dikin û şopa wan dişopînin. Hêviya me pir mezine ku di her kêliyê de em daxwazê gelê xwe pêk bînin. Em wek rojnamevan di her xebata xwe de nameyek didin. Zimanê bi hezaran salan ez hatibûm qirkirin, didim diyar kirin ku zimanê min heye. Ev Kongre gelek xweşbû û dilê wê vekirîbû. Nebesiyên ku tên jiyîn hatin ziman da ku em serkeftinên bi nirx bi dest bixin.”