Dayikên Seyîdsadiq bêdengiya hikûmeta herêma Kurdistanê şermezar kirin
Dayikên herêma Seyîdsadiqê diyar kirin ku divê êrîşên li ser xaka Başûrê kurdistanê werin bidawîkirin û dan zanîn ku yên ji vê dagirkeriyê zirarê bibînin gelê Kurd e tevî vê yekê jî hikumet bêdeng e.
ASÛDE MEHEMED
Şarezûr- Dewleta tirk di 17’ê Nîsanê de hem ji aliyê bejahî ve hem jî hewayî ve dest bi êrîşa dagirkeriya xaka Başûrê Kurdistanê kir. Bi destpêkirina êrîşan re Kurdên li çar parçeyên Kurdistan, Avropa û cîhanê her roj li qadan in û çalakiyan li dar dixin, nerazîbûna xwe nîşan didin. Jin û dayik weke beşek girîng a civakê û perwerdekarên zarokan in di nava çalakiyan de pêşengiyê dikin û daxwaz dikin ku şerê Kurdan bi Kurdan re neyê kirin û divê hemû kes li dijî dagirkeriya li ser xaka Başûrê Kurdistanê xwedî helwest bin.
Dayikên herêma Seyîdsadiqê êrîşên dagirkeriyê li ser xaka Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û der barê êrîşên dewleta tirk a bi hevkariya PDK’ê li ser xaka Başûrê Kurdistanê de ji ajansa me re axivin.
“Dewleta tirk êrîşê hemû Kurdan dike”
Bihar Salih da zanîn ku dewleta tirk di heman demê de êrîşî hemû Kurdan dike û wiha got: “Dewleta tirk her dem dagirkeriyê kiriye, xwestiye xaka me dagir bike û bi hinceta PKK’ê dixwaze xaka me dagir bike. Divê hikumet alîkariya me bike, cegera dayikan şewitî û malên wan wêran bûn. Çawa dibe ku em vê yekê qebûl bikin, hikumeta me bi xwe hevkariya dewleta tirk bike. Hemû destkeftiyên Kurdan di metirsiyê de ne divê hikûmet alîkariya Kurdan bike û rê nede dewleta dagirker ya tirk were xaka Kurdistanê dagir bike.”
Zeyneb Mehemed jî wiha got: “Di van êrîşên dagirkeriya dewleta tirk ên li ser xaka me de tenê gelê Kurd wê zirarê bibîne û hikumet li hemberî van êrîşan bêdeng e.”
“Destkeftiyên Kurdan di bin xeterê de ne”
Şemse Elî bêdengiya hikumeta herêma Kurdistanê ya li hemberî êrîşên dewleta tirk li ser xaka Başûrê Kurdistan û Iraqê şermezar kir û daxwaz kir ku hikumet hevkariya dewleta tirk neke û wiha domand: “Dema xaka Kurdistanê were dagirkirin wê rol û destkeftiyên gelê Kurd ji holê rabin, hikumet jî li beramberî van êrîşan bêdeng e û çawa dibe ku hikumet wisa be çima rê li ber êrîşan nagire? Ji bo ku rol û destkeftiyên Kurdan ji holê nerabin divê xwedî helwest be.”