Dayikên Aştiyê yên hatibûn binçavkirin, hatin berdan
Dayikên Aştiyê yên duh bi boneya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li ber Qesra Dolmabahçeyê daxuyanî dabûn û di encama êrişa polîsan de hatibûn binçavkirin, hatin berdan.
Stenbol- Sê Dayikên Aştiyê yên ku bi boneya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li ber Qesra Dolmabahçeyê daxuyanî dabûn û piştre di encama êrişa polîsan de hatibûn binçavkirin, hatin berdan.
Dayikên ku bi laçikên xwe yên spî daxwazên xwe yên aştiyê anîn ziman û di daxuyaniya xwe de bal kişandin ser Mutabaqata Dolmabahçeyê ya di 28’ê Sibata 2015’an de ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û dema pêvajoya çareseriyê ya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd dewam dikir, ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hate nivîsandin û ji aliyê her du aliyande hatibû îmzakirin.
Piştî daxuyaniyê Bedîa Gokguz, Zelîha Gokguz û Şukran Tugay dema ber bi Îskeleya Beşîktaşê ve diçûn ji aliyê polîsan ve rastî lêdanê hatibûn û hatibûn binçavkirin.