Dayîkên Aştiyê: Rêber Apo çavkanî û navenda aştiyê ye

Dayîkên Aştiyê yên bajarê Kobanê bi wesîleya Roja Cîhanî ya Aştiyê banga misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.

Kobanê- Di roja 1’ê Îlonê ku weke Roja Aştî ya Cîhanî tê pejirandin, Dayîkên Aştiyê yên bajarê Kobanê ên li kantona Firatê a herêma Bakûr û Rojhilatê Sûriyê daxuyanî dan çepemeniyê.

Daxuyanî ji aliyê endama Meclîsa Malbatên Şehîdan ya kantoan Firatê Eyşe Efendî hat parve kirin.

Daxuyanî wiha ye:

“1’ê Îlonê Roja Aştî ya navdewletî ye û ji bo tevahî  cîhanê derbasdar e ku divê mirovahî di nava aştiyeke mutleq de bijî. Weke gelê Kurd bi sedsalan e ku em rû bi rû yê siyaseteke qirker û qirêj tên, êrîşên dagirkerî û desthilatdariyê ku niha li Rojavayê Kurdistanê, Bakûr û Rojhilatê Sûriyê pêk tên vê yekê piştrast dike.

Îro careke din CPT û bi dehan dewletên cuda dixwezin kombûna li derdora Rêber Apo ya di hundir welat û derve de lewaz bikin. Îro aştiya cîhanê bi rewşa Rêber Apo re bûye mijara nirxandinê, lewra em bang li jin û ciwanên Kurdistanê dikin ku tevlêbûnê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin. Çavkanî û navenda aştiyê Rêber Apo û pêkanîna pirojeyên wî ne ku gelek caran aniye ziman weke gelê Kurd em ji bo aştiyê amede ne.

Weke dayîkên aştiyê em tu carî şer napejirînin, ji ber vê em banga pêkanîn aştiyeke mayînde dikin ku divê bi hêza gel û rizgarkirina Rêber Apo ev yek misoger bibe.”