Dayikên Aştiyê: Emê piştgiriyê bidin gerila û li dijî dagirkeriyê bisekinin

Dayikên Aştiyê (Laçik Spî) yên Başûrê Kurdistanê êrîşên dewleta Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û hikumeta herêmê şermezar kirin û diyar kirin ku divê destkeftiyên gelê Kurd ji bo berjewendiyên Hikumeta Herêma Federal neyên hebakirin.

Silêmanî- Êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê ku di 17’ê Nîsanê de dest pê kiribû heta niha berdewam dikin. Li hemberî van êrîşan desthilatdariya Başûrê Kurdistanê bêdeng e û tu helwest nîşan nedaye. Hemwelatî, dayik û gelek aliyên siyasî dagirkirina xaka Başûr ji aliyê dewleta Tirk ve ku bi hevkariya PDK’ê pêk tê şermezar kirin.

“Ez naxwazim xaka me were dagirkirin”

Dayika aştiyê Sebriya Emer diyar kir ku dayik naxwazin xaka Başûrê Kurdistanê were dagirkirin û tu mafê dagirkeran nîn e were welat û xaka Kurdan dagir bike û got: “Divê hikumeta Iraqê û Herêma Federal a Kurdistanê li hemberî van êrîşan bêdeng nebin û êdî rê nedin êrîşên li dijî Kurdan pêk tên. Divê rê nedin dagirkeran werin nava xaka Başûrê Kurdistanê. Weke dayikek ez bang li dayik û jinan dikim û dibêjim ku jin xwedî hêzek mezin in, bila piştgiriya gerîlayan bikin da ku li dijî dagirkeriyê bisekinin.”

“Ez binemala Barzanî şermezar dikim”

Dayika Aştiyê Leyla Elî pergala hikumetê, desthilatdariya Herêma Federal a Kurdistanê û binemala Barzanî û Mesûd Barzanî şermezar kir û da zanîn ku bi saya vê binemaleyê dewleta Tirk tê xaka Başûrê Kurdistanê dagir dike û got: “Serokê PDK’ê çi serok e, qet bi wateya serokatiyê nizane. Di sala 2014’an de PDK’ê rê ji bo çeteyên DAIŞ’ê vekir û bû sedema trajediya mezin a gelê Êzidî. Ger ji gerîla nebûya dê encama vê êrîşê pir xirab bûya lê wan pêşî li êrîşan girtin û dûre Şengal rizgar kirin. Niha PDK ji ber berjewendiyên xwe û dewleta Tirk gerîla weke dijmin dibîne. Gerîlayên PKK’ê rojane canê xwe ji bo xaka Kurdistanê feda dikin û PDK bi hevkariya dewleta Tirk gerîlayên PKK’ê weke dijminê Kurdan bi nav dike.”

“Hemwelatiyên Behdînanê ji aliyê desthilatdariya PDK’ê ve hatine tirsandin”

Dayika Aştiyê Leyla Elî wiha behsa rewşa hemwelatiyên Behdînanê kir û got: “Dema ku hemwelatiyên Behdînanê dengê xwe derdixin û li dijî pergal û desthilatdariyê disekinin xwe di girtîgehan de dibînin. Ji ber ku li herêmên Behdînanê tiştek bi navê azadiyê nîn e, xelk hatiye tirsandin û rê li pêşiya fikrên azad hatiye girtin. Ez weke dayikek Mesûd Barzanî şermezar dikim. Tevî ku ew serokê partiyê ye, xwe weke berpirsê Kurd û neteweya Kurd nabîne ji ber wê bêdeng û bê helwest e. Bi saya fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jin dikaribûn xwe azad bikin û bi vîna xwe parastina xak û neteweya xwe bikin.”