Dayikên Aştiyê: Em ji aştiyê re amade ne

Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ku li navçeya Silopiyayê 3 rojan ji bo aştiyê nobetê digrin, wiha gotin: “Em ji bo aştiyê amade ne, em şer naxwazin.”

Navenda Nûçeyan- Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê li bajarokê Tilqebînê ya navçeya Silopiya ya Şirnexê bi dirûşma “Ji şer re na, a niha aştî” 3 çalakiya nobetê dabûn destpêkirin, bi dawî bû.

Gelek Dayikên Aştiyê yên Amed, Wan, Êlih, Mêrdîn, Colemêrg, Riha, Sêrt, Îzmîr û Mêrsînê, parlamenterên Partiya Wekehevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî), MEBYA-DER, TUHAD-FED û gelek kesên din tev li daxuyaniya çapemeniyê bûn.

‘Dayikên Aştiyê xwestin rêya çareseriyê nîşan bidin’ 

Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Dayikan, daxwaza dayikan ew bû ku di mijara şerê li Kurdistanê tê domandin û aştiyê de gav bên avêtin. Mîna her carê, ev sê roj in dayikan ji bo bidawîkirina şer seknek nîşan dan. Ji Meclisê heta qadan, ji çalakiyên Gemlîkê heta çalakiya azadiyê û di çalakiya îro de, Dayikên Aştiyê li her derê xwestin rêya çareseriyê nîşan bidin.” 

Newroz Uysal, da zanîn ku daxwaza aştiyê ya dayikan daxwaza tevahiya gelê kurd e û wiha dom kir: “Daxwaza aştiyê ya birêz Abdullah Ocalan e ku li Îmraliyê tê ragirtin. Dayikan di van 3 rojan de tevî her cureyên zordestiyê jî nobeta xwe domandin. Xwestin îro li vir bi daxuyaniyekê nobeta xwe bi dawî bikin. Rewşa şer a li Rojhilata Navîn, zextên li Bakur û nêzikatiya li hemberî pirsgirêka kurd jî helwesteke rast û gavên şênber ferz dike. Dayikan li vê derê nêzikatiya xwe nîşan dan.”

‘Ji bo şer raweste em li vêderê ne’

Ji Dayikên Aştiyê Emîne Eren sipasiya hemû dayikên bi daxwaza aştiyê tev li nobetê bûn kir û wiha got: “Ez li ser navê hemû Dayikên Aştiyê bangî Barzanî dikim; em ji bo sekinandina şer li vir in. Bila destê xwe ji xwîna kurdan bikişînin. Heke em şîv bûn, ew jî taştê ne. Heta ku şer disekine em ê her weke mertalên zindî tevbigerin. Em ji bo aştiyê amade ne û em şer naxwazin.”

Daxuyanî bi dirûşmeya “Bijî berxwedana dayikan” û bi çepikan bi dawî bû.