Dayîkên Aştiyê beşdarî civîna komîsyonê bûn
Dayîkên Aştiyê û Dayîkên Şemiyê beşdarî komîsyona ku li Meclîsê hatî avakirin bûn. Numan Kurtulmuş di civînê de axivî û got: “Êşên me hevpar in.”

Navenda Nûçeyan – Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê, civîna xwe ya 5’emîn li dar dixe. Serokê Meclîsê Nûman Kurtulmuş di beriya civînê daxuyanî da. Numan Kurtulmuş, got ku dê îro li Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê guhdarî bikin.
Numan Kurtulmuş got: “Êşên Tirkiye zêdetirî 40 sal in dikişîne, êşên me tevan ên hevpar in. Li gorî min divê mirov van êşan nede ber hev û nekeve nava hewldana ku êşekî bixe pêşiya êşa din.” Kurtulmuş, got ku hinek derdorên hewl didin pêvajoyê jehrî bikin hene û bi awayekî neyekser jî be Wekîlê Partiya Îyiyê yê Enqereyê Yuksel Arslan ku li ser medyaya dijîtal çendek îdia kiribû, rexne kir.
‘Divê her kes li hemberî van derdorên di nava provokasyonan de hişyar bin’
Numan Kurtulmuş, wiha domand: “Hin kes, mijarên ku di vê komîsyonê de qet nehatine axaftin, di pêvajoyên beriya avakirina komîsyonê de qet nehatine rojevê, di tu pêvajoyên komîsyonê de ji hêla endamên komîsyonê ve nehatine parvekirin weke ku di rûniştinên veşarî de hatibin axaftin nîşan didin. Bi gotina herî sivik, ev yek provokatorî ye. Divê her kes li hemberî van derdorên di nava provokasyonan de hişyar bin. Her 51 endamên komîsyonê jî xwedî biyardariyeke hevpar in.”
Numan Kurtulmuş, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi rastî jî meseleya me ew e ku ev milet êdî van êşan nejî û gelê me di nava aştî, aramî û standartên bilind ên demokrasiyê de bijî û vê ji pêşeroja xwe re bihêle. Ji bo vê jî komîsyona me hemû berpirsyartiyên dikeve ser milê xwe bicih tîne. Ev komîsyona ku 11 partiyên siyasî yên Tirkiyeyê temsîl dike û ji 51 endaman pêk tê, heta niha jî di nava berpirsyartiyeke mezin de xizmeta xwe kir. Anku, me heta niha jî bi xizmeta bo aştî û aramiyê re xebatên komîsyonê heta roja me anîn. Em ê di demekî herî kin de temam bikin û hêvî dikin ku berpirsyartiya xwe ya li hemberî gelê xwe bi serkeftî bicih bînin.”