Dayîkên Şemiyê: Em dizanin sucdar kî ne
Dayikên Şemiyê her heftî ji bo aqûbeta windayan were zanîn û sûcdar bên cezakirin, hesab bê pirsîn li Qada Galatasarayê çalakî lidar dixin. Daxwaza dayîka ewe ku çarenûsa xizmên xwe yên hatine winda kirin bizanin û sûcdar jî bên darizandin.
Stenbol – Dayikên Şemiyê bi daxwaza “Bila winda werin dîtin, kujer bên darizandin” di hefteya hezar û 102’yemîn de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe ya heftane li dar xist. Di hefteya hezar û 102’yemîn de li aqûbeta Husamettîn Yaman û Soner Gul ê ku berî 34 salan hatibûn binçavkirin û windakirin û li kujerên wan hate pirsîn. Metna daxuyaniyê ji aliyê Besna Tosûn ve hate xwendin.
‘Ne dibin çavan de ne’
Besna Tosun: “Em di hefteya hezar û 102’yemîn de xwendekarên zanîngehê Husamettîn Yaman û Soner Gul ên ku berî 34 salan hatine windakirin, bi bîr tînin. Husamettîn Yaman 22 salî û xwendekarê Zanîngeha Stenbolê bû. Bi hinceta ‘pankart hilgirtiye’ hate girtin piştî 15 rojan di 6ê Îlona 1990an de hate berdan. Soner Gul jî 21 salî û xwendekarê Fakulteya Tibê ya Cerrahpaşayê bû. Soner Gul endamê Komelaya Xwendekaran bû bi vê sedemê jî gelek caran hatibû binçavkirin û îşkence lê haitbû kirin. Husemettîn Yaman 2yê Gulana 1992an dema ji mala xwe derket, piştî 2 rojan 4ê Gulanê kesek li birayê Husamettîn geriyaye û gotiye, ‘Husamettîn û Soner Gul hatine binçavkirin. Jiyana wan di bin xetereyê de ye, serî li emniyetê bikin’. Malbata Yaman û Gul serî li Miduriyeta Stenbolê û saziyên din ên dewletê dan. Lê bersiva ne di binçavan de ne dan wan.”
‘Ya ku vê bêdengiyê guherand, berxwedana heqîqetê ye’
Di daxuyaniyê de tê gotin ku di 19’ê Kanûna sala 2011’an de beyanên îtîrafkarê bi navê Ayhan Çarkin ku polîsê berê bû li nav raya giştî hate parvekirin. Daxuyanî wiha di dome: “Ayhan Çarkin gotibû ‘Husamettîn Yaman û Soner Gul me binçav kir li daristanekê me wan înfaz kir’. Piştî vê îtîrafê malbata Yaman dîsa serî li saziyan da û xwest dosye ji nû ve were vekirin. Lê tevî îtîrafên Ayhan Çarkin jî lêpirsînek bi bandor û baş nehat kirin. Em îro dîsa bang li dozgeran dikin di dosyeya Husamettîn Yaman û Soner Gul de lêpirsînek baş bikin û heqîqetê derxin holê. Çend sal derbas dibe bila bibe em ê li aqûbeta kesên winda bipirsin. Sibê Roja Dayikan e. Bi vê wesîleyê dayikên ku aqûbeta zarokên xwe hîn nebûn û jiyana xwe ji dest dan, em di şexsê Saffet Yaman de bi rêzdarî bi bîr tînin. Ya ku vê bêdengiyê guherand, berxwedana heqîqetê ye.”
‘Ez nikarim herim cihekî’
Paşê Dayîka Şemiyê Hanîfe Yildiz axivî û diyar kir ku ev 31 sal in li kurê xwe Murat Yildiz digere û got: “Ez di xewnên xwe de jî li benda lawê xwe me. Ev bû ji 60 cejnan zêdetir bê kurê xwe pîroz dikim. Sibê dê dayik biçin ser gorên zarokên xwe û wê zarok biçin ser gorên dayikên xwe, lê ez nikarim herim cihekî.”
Çalakî bi danîna qerenfîlên li Qada Galatasarayê