Dayîkên Şemiyê cara 1010’an li Qada Galatasary bûn

Dayîkên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de ji bo Suleyman Cîhan li Qada Galatasarayê hatin ba hev.

Stenbol – Dayik/Mirovên Şemiyê bi daxwaza aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin bipirsin, û faîlên wan werin darizandin, di hefteya 1010’emîn a çalakiya xwe de li Qada Galatasarayê bûn.

Di çalakiya vê hefteyê de ji bo Suleyman Cîhan 31 salî  di rêwîtiya xwe ya ji Edîrneyê ber bi Stenbolê dihat de ji aliyê polîsên sivîl ve hat binçavkirin û qetilkirin daxwaza edaletê kirin. 

Xizma Windayan Îkbal Eren daxuyanî xwend û pêvajoya windakirina Suleyman Cîhan bi bîrxist û wiha got: “Suleymen Cîhan ê 31 salî bavê du zarokan û  mamoste bû. Di heman demê de di Dibistana Bilind a Endezyariyê ya Galatasarayê de xwendekar bû. Di dema Darbaya Leşkerî ya 12’ê Îlonê de derbarê wî de biryara lêgerînê hate derxistin. Suleyman Cîhan dema di 19’ê tîrmeha 1981’an de ji Edîrneyê dihat stenbolê ji aliy polîsên sivîl ve li nêzî Stenbolê hat sekinandin û wî birin Şaxa 2’yem a Midûriyeta Polîsan a Stenbolê ya li Xana Sansaryan. Roja paştir jî wî sewqî Şaxa Siyasî ya li Gayrettepeyê kirin.”

‘Rapora Otopsî nîşan da ku hatiye kuştin’

Îkbal Eren da zanîn ku dema ji Suleyman Cîhan agahî nehat girtin, xizmên wî serî li Midûriyeta Polîsan û dozgeriyê dane, ji wan re hatiye gotin ku ne di bin çavan de ye û wiha dom kir:  “Lê belê malbat û parêzerên wî bi israr lêgerîna xwe domandin. Şahidên ku Suleyman Cîhan dema dihat îşkencekirin dîtine, bi israr ji şandeya dadgehê re pirsa “Çi bi Suleyman Cîhan hat?” pirsîn. Li gel israra hatiye kirin midûriyeta polîsan daxuyanî da û îdia kir ku cîhan di pevçûnê de jiyana xwe ji dest daye. Dema derbarê vê agahiyê de tu delîl nehatin dîtin, vê carê gotin ku dema ew di bin çavan de cih nîşanî wan daye xwe ji qata 6’emîn avêtiye. Lê belê di rapora wî ya otopsiyê de agahiyên ku beyî ku ji qata 6’emîn bikeve, hatiye kuştin cih digirtin. Herwiha rapora hatibû amadekirin, bi dîroka 30’ê tîrmeha 1981’an hatibû amadekirin. Lê belê gelek şahidên ku Suleyman Cîhan piştî wê dîrokê li midûriyeta polîsan dîtibûn hebûn.”

Rastî derket holê

Îkbal Eren destnîşan kir ku di encama israra malbat û parêzerên Suleyman Cîhan, rastî derket holê û ev tişt got:

“Suleyman Cîhan piştî li Stenbolê hate girtin bi rojan di Şaxa Siyasî ya Midûriyeta Polîsan a Stenbolê de îşkence dît û piştre hate qetilkirin. Laşê wî ji bilindahiyê de avêtin û xwestin wekî xwe kuştiye, bidin nîşandan û di Goristana Zîndanarkasi de wekî ‘kesê ku nasnameya wî nediyar’ hate veşartin. Malbat û rojnameger Kurşat Îstanbûllu ên bi ser şopa bûyerê sekinîn û midûriyeta polîsan gefên giran li wan xwarin. Tevî ku kesên Suleymen Cîhan di bin çavan de û di kêliya ji bilindahiyê de hatiye avêtin dîtine hebûn jî û tevî delîlên şênber faîl bê ceza hatin hiştin, dosye di çarçoveya “demboriyê” de hate girtin. Faîlên dihatin zanîn bi bêcezahiştinê hatin parastin.”

‘Em ê dest ji daxwaza edaletê bernedin’

Îkbal Eren anî ziman ku li dijî qebulkirina Suleyman Cîhan bi îşkenceyê hatiye kuştin ‘demborî’ xist dewrê û dosya girt û wiha got: “Faîl û berpirsyarên tên zanîn careke din hatin parastin. Çend sal bi ser derbas bibin bila derbas bibin, em ê ji bo Suleyman Cîhan û hemû windayên xwe dest ji xwestina edaletê bernedin û em ê bînin bîra dewletê ku neçare ku di çarçoveya rêgezên qanûnî de tevbigere.”