Dayikên Şemiyê bi honandina egalan destek dan çalakiyên nobetê

Dayikên Şemiyê ji bo Emîne Şenyaşar û Bedriye Doku ya di têkoşîna xwe ya “Edaletê” de ne, egalan lhonandin û gotin; “Em dixwazin egalên me bi germahiya hevgirtinê wan ji sermaya berfê û bêedaletiyê biparêzin.”

Navenda Nûçeyan– Dayikên Şemiyê yên ku bi salan e ji bo dîtina windayan û darizandina kiryaran têdikoşin, ji bo destekê bidin Emîne Şenyaşar û Bedriye Doku yên li Riha û Dêrsimê têkoşîna "Edaletê" dimeşînin, egalan honandin û ji wan re şandin.
Dayikên Şemiyê li ser hesabên xwe yên medyayê ev parve kirin: “Em wekî nûnertiya hemû daxwazên edaletê, ji Emîne Şenyaşar û Bedriye Doku re ku tevî zivistana sar li ber edliyeyên Riha û Dêrsimê nobetê digrin, egalên ku me israr û berxwedana xwe girêk bi girêk honandine dişînin. Em dixwazin egalên me bi germahiya hevgirtinê, wan ji sermaya berfê û bêedaletiyê biparêzin.”