Dayikên Şemiyê aqubeta Alî Îhsan Dagli pirsîn

Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de aqûbeta Alî Îhsan Dagli ku 29 sal berê di bin çavan de hatibû windakirin pirsîn.

Navenda Nûçeyan- Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê ji bo li aqûbeta kesên di binçavan de hatin windakirin û qetilkirin, bipirsin di hefteya 994’an de li Qada Galatasaraya Stenbolê hatin ba hev. Gelek parêzvanên mafan tevli çalakiyê bûn. Çalakvanan wêneyên windakiriyan hilgirtin.

Dayikên Şemiyê di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Alî Îhsan Dagli (33) bavê sê zarokan û di 14’ê nîsana 1995’an de li gundê Eşme yê Farqîna Amedê hat binçvakirin û êdî tu agahî jê nehat girtin pirsîn.

Daxuyaniya vê hefteyê ji aliyê parêzvana mafan Sevîl Turgut ve hat xwendin. Sevîl Turgut got ku daraza Tirkiyeyê ne serbixwe ye û ev yek êşa xizmên windakiriyan girantir dike.

Hat îdiakirin ku reviyaye

Sevîl Turgut diyar kir ku di sala 1995’an de leşkeran li dijî gundê Eşmeyê operasyon li dar xist û Alî Îhsan Dagli û keyayê gund jî di nav de bû 5 kes hatin binçavkirin û got: “Keyayê gund M.Ş.K. rojek piştre hat berdan. Yên din ku qeyda wan a binçavkirinê hat kirin, bi daxwaza girtinê hatin sewqkirin. Binçavkirina Alî Îhsan Dagli hat redkirin. Hat îdiakirin ku di dema operasyonê de reviyaye.

Bavê Dagli, Mehmet Dagli di 20’ê Nîsana 1995’an de serî li DGM’a Amedê da. Piştre jî serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê û Dozgeriya Komarê ya Farqînê da. Xwest agahiyekî ji kurê xwe bigre lê encamek jê negirt. Hewldanên malbatê domiyan û di 11’ê Cotmeha 1995’an di rûpelê ewil a rojnameya Evrenselê de wêneyê Alî Îhsan Dagli ku çavên wî girêdayî bûn, destên wî hatibûn pêçan û cil û bergên wî di nava xwînê de bi îlana ‘Vaye winda!’ hat weşandin. Malbatê teşhîs kir ku wêneyê Alî Îhsan Dagli ye. Rojnameya Evrenselê di 30’ê Cotmeha 1995’an de bi sernavê ‘Me belge kir ku Alî Îhsan Dagli yê girtî di destên leşkeran de ye, hûn nikarin înkar bikin’ nûçeyek weşand.

Piştre weke ku di biryara DMME’yê de jî hatiye diyarkirin, Alî Îhsan Dagli bi birîndarî hat binçavkirin û piştî li wesayîda leşkeran hat siwarkirin, çavên wî hatine girêdan. Mudaxeleya ewil ji aliyê bizîjkê binevser ve hatiye kirin û piştre birine Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê. Leşkerê piyade B.G. dema Alî Îhsan Dagli di bin çavan de bi awayekî veşarî wêneyê wî kişand. Ev wêneye û îfadeyên xwe ji Navenda Şopandina Mafên Mirovan a navenda wê New Yorkê re şand. Li ser van nûçeyan, malbata Alî Îhsan Dagli careke din serî li dozgeriyê da. Keyayê gund ê hatibû berdan jî ji dozgeriyê re got ku Alî Îhsan Dagli ji ewil birine gundê Kuruçayirê û nîv saet piştre jî birine Fermandariya Cendirmeyan a Farqînê. R.O. ku li gel Alî Îhsan Dagli hatibû binçavkirin jî di îfadeya xwe de got; ‘Min Alî Îhsan Dagli di bin çavan de dît. Diqîriya û digot; ‘Min nekujin, zarokên min hene.’

DMME’Yê biryara binpêkirinê da

Tevî hemû delîlan jî dosya hat hiştin. Îtirazên malbatê hatin redkirin. Tevî hemû hewldanên malbat, ÎHD û Rêxistina Efûyê jî di hiqûqa navxweyî de tiştek nehat kirin. Li ser vê yekê malbatê bi riya parêzer Tahir Elçî serî li DMME’yê da. DMME’yê got ku ‘hatiye tesbîtkirin ku Alî Îhsan Dagli ji aliyê dewletê ve hatiye kuştin.’ Bi vê yekê jî biryar da ku mafê jiyanê û mafê serlêdana bi bandor hatiye binpêkirin.”

Sevîl Turgut, got ku çend sal jî derbas bibin wê dest ji daxwaza xwe ya edaletê bernedin.

Herî dawî jî beşdaran qurnefîl danîn meydanê.