Dayikên Şemiyê aqûbeta 11 windayan pirsîn
Dayikên Şemiyên ku di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta 11 kesên di sala 1996'an de li Basan hatîn qetilkirin pirsîn, wiha gotin, “Çenda sal derbas bibe jî; ji bo komkojiya Basan û xizmên xwe yên wenda emê dev ji daxwaza edaletê bernedin, emê dest ji Galatasarayê bernedin.”
Stenbol - Dayikên Şemiyê çalakiyên xwe yên hefteya 876'an jî ji ber şert û mercên pandemiyê onlîne li dar xistin. Di daxuyaniya vê hefteyê de aqûbeta 11 kesên ku di 15'ê Çileya 1996'an de li Taxa Basan a Şirnexê hatin qetilkirin û cenazeyên wan nedan malbatan hat pirsîn. Di daxuyaniya vê hefteyê de destpêkê keça Ahmet Kaya yê hatî qetilkirin Emîne Kaya axivî. Emîne Kaya, diyar kir ku tevî bav û apê wê 11 kes hatine înfazkirin û wiha got: “Ev komkujî li ber çavê her kesî pêk hat. Divê êdî ev bi dawî bibe. Yên ku bi salan van kesan înfaz dikin, li derve bi awayekî azad digerin û nayên darizandin. Em dixwazin ew bên darizandin. Em ê heta kengê di vê rewşê de bimînin?”
Nasnameyên neşewitî yên kesên şewitî hat dayin!
Ji Koma Xebatê Bi Hevra ya Aştiyê Şanar Yurdatapan ku piştî qetlîamê çû Basanê lêkolin kir û rapor amade kir wiha got: “Em destpêkê çûn Amedê û piştre jî ji Sêrtê çûn cihê bûyerê. Waliyê Herêmê yê Rewşa Awarte derewên fermî ji me re dubare kir. Lê em bi xizmên kesên li Sêrtê jiyana xwe ji dest dane re li hev civiyan û bûyer cardin ji wan guhdarkir. Roja din dema ku em hatin cihê bûyerê, em gihiştin seyareya ku bi çekên otomotîk veguherî kefgîr û piştre bi yên hindurê wê re hatiye şewitandin. Piştre em çûn gundên cerdevanên ku mirin e. Ka bê ji ber çi, ji me re nasnameyên neşewitî yên kesên hati şewitandin, dan.”
Li gel îtîrafa hat kirin jî lêpirsîn nehat destpêkirin
Şanar Yurdatapan, diyar kir ku piştî vegeriyan Stenbolê civîna çapemeniyê kirine, der barê bûyerê de tu nûçe nehatiye çêkirin û rojnameger rastî gefan hatine, bi bîr xist ku wezîrê dewletê yê wê demê Adnan Erkmen piştî 13 salan ragihand ku JÎTEM'ê ev komkujî kiriye. Şanar Yurdatapan, anî ziman ku tevî vê yekê jî ji bo nîşandayîn jî tu lêpirsîn nehatiye destpêkirin û got: “Lê qetlîam nehat ji bîr kirin û nehatiye ji bîr kirin jî. Silav li Dayikên Şemiyê yên vê berxwedanê didomînin.”
Gundî di encama îşkenceyên giran de hatin qetilkirin
Piştre Endama Şaxa ÎHD'ê ya Antalyayê Semra Yeşilyurt daxuyaniya çapemeniyê ya vê hefteyê xwend. Semra Yeşilkurt diyar kir ku Komkujiya Basanê ketiye sala 26'an û beşên rapora Koma Xebatê Bi Hevra ya Aştiyê ku di qeydên fermî yên dewletê de jî cih digire parve kir. Li gorî raporê, di navbera 10 û 12'ê Çileya 1996'an de leşkeran bi ser gundên Çevrimli û Yatagan ên navçeya Basan a Şirnexê de girtin, piştre Abdullah Îlhan, Ahmet Kaya, Alî Nas, Neytullah Îlhan, Halît Kaya û Ramazan Oruç hatin binçavkirin. Dema kesên hatin binçavkirin birin Tabûra Jendermeyan a gundê şîkeftiya, gundî li wir di encama îşkenceyên giran de hatin qetilkirin.
Cerdevanên ku çûn cihê bûyerê jî hatin kuştin
Dîsa li gorî raporê di 15’ê Çileya 1996’an de cendirme li cerdevan Mehmet Oner ê ku di heman demê de keyayê gundê Koçyurduye geriya ye û diyar kiriye ku ewê yên di binçavan de serbest berdin û ji wan xwestiye ku seyareyêk bişînin tabûrê û wan bigirin. Mehmet Oner ê ji bûyerê bi guman bû nexwest ajokar bi tenê bişîne. Cerdevan Hamît Yilmaz, Abdulhalim Yilmaz û Lokman Ozdemîr girt gel xwe û bi seyareya bi plaqeya 56 AH 320 a ku Ramazan Nas dajot çû Tabûra Cendirmeyan a Şîkeftiya. Yên li tabûrê ne li benda hatina cerdevanan bûn. Cerdevanên hatin jî hatin kuştin, tevî 6 gundiyên ku berê hatibûn qetilkirin cenazeyên 10 kesan, bi kursiyên seyarê ve girêdan û tûrik xistin serê wan. Seyareya ku Ramazan Nas bi kar danî di bin kontrola cendirmeyan de derket rê. Rê jî ji aliyê leşkeran ve ji trafîkê re hat girtin.
Li ser ajoker jî gule hat barandin û hat kuştin
Dîsa li gor raporê dema ku seyare tê heya cihekê cendermeyên di nav seyareyê de peya dibin û dûr dikevin. Paşê jî destpêkê seyare tê gulebarankirin. Di encama roketên hatine avêtin de laşê 10 kesên di nav seyareyê de bûn mîna komirê. Li ser ajokerê ku hewil da bireve jî gule hat barandin û ew jî hat kuştin. Laşên ku mîna xweliyê lê hat, radestî malbatan nehat kirin. Bêyî ku xebatên diyarkirina nasnameyan û wecîbeyên olî werin bi cih anîn ji aliyê hêzên ewlekariyê ve bi awayek giştî hatin veşartin.
“Gelek caran serlêdan hat kirin, lê encam nehat girtin”
Semra Yeşîlyurt di berdewamiya axiftina xwe de wiha got: “Wezareta Serpiriştiya Giştî ya Leşkerî di dîroka 16’ê Çileya 1996’an de rojnamevanên biyanî û yên heremî bi balafiran birin Guçlukonakê. Albay Oguz Kalelioglu yê li vê derê daxuyanî da rojnamevanan, destnîşan kir ku divê vê komkujiyê weke ku PKK’ê pêk aniye bidin. Rojnamevan tenê 20 deqeyan li cihê bûyerê hat hiştin û ji bo axiftina gûndiyan destûr nehat dayîn. Hin daxuyaniyên fermî yên hin rojnamevanan bi guman hat dîtin. Li ser vê yekê min bi IHD û heyetekê Koma Xebatê Bi Hevre Ya Ji Bo Aşîtiyê re tiştên hat jiyîn par vekir. Piştî vê parvekirinê Koma Xebatê Bi Hevre Ya Ji Bo Aşîtiyê tevî heyetekî çûn cihê bûyerê. Agahiyên ku heyet bidest xist û kesên bûyerê dîtine, bi daxuyaniyên fermî re nakok bû. Heyet di ronahiya hemu agahî, dîtin û belgeyan ji bo raya giştî daxuyaniya ‘vê qetlîamê hêzên dewletê pêkaniye’ da û tevî raporên xwe serî li DGM y Amedê, Wezareta Heremî ya Rewşa Awarte û Serpiriştiya Giştî ya Leşkerî da. Bi dehan caran ji bo dozgeriyê serlêdana vekirina dozê kir. Lê tu encaman bidest nexist. Hemu hewildan bê encam man. Di doza ku li AIHM’ê hatiye vekirin de jî Tirkiye ji ber berpirsiyariya lêpirsîna bibandor û binpêkirina mafê serî li rêyên bi bandor dayînê ya malbatan hat mehkûmkirin.”
Îtirafa ku piştî 13 sal şûnde hat: Ev karê JITEM’ê bû, me nekarî em bêjin
Selma Yeşîlyurt destnîşan kir ku piştî qetlîamê 13 sal şûnde, di sala 2009’an de wezîrê demê Adnan Ekmen got ‘Piştî ku me bûyer lêkolîn kir, ji pişt buyerê dewlet derket. Ev karê JITEM’ê bû, me nekarî em bêjin’ û bibîr xist ku di sala 2012’an de Fermandeya Yekîneya Navendî ya Cendermeya Bajarê Şirnexê Ozcan Tozlu jî di îfadeya xwe ya di darizandina Ergenekonê de daye û di daxuyaniyên xwe de gotiye ‘Li heremê bêyî leşkeran çûk jî nedikarî bifire’ û ev qetlîam ji aliyê artêşê ve bi destê cerdevanan hatiye kirin.
Ji bo 11 kesên ku mafê jiyana wan hatiye binpêkirin daxwaza edaletê
Semra Yeşîlyurt axiftina xwe wiha bi dawî kir “Lê heya roja îro kujerên vî sûcî derneketine pêşberî darazê. Di hefteya xwe ya 876’emîn de em carekê din daxwaz dikin ku ji bo 11 kesên li Guçlukonakê hatine binçavkirin û dema di bin ewlehiya dewletê de bûn mafên wan ên jiyanê hatiye binpêkirin, edalet pêk were. Çend sal derbas bibe jî; ji bo kesên xwe yên wenda emê dev ji xwestina edaletê bernedin, emê dest ji Galatasarayê bernedin”.