Dayikan li Binarê Qendîlê banga yekitiya Kurdan kir
Jinên ku beşdarî şahiya Newroza Binarê Qendîlê bûn dan diyarkirin ku gelek kêfxweş in ji ber tevli şahiya Newroza Binarê Qendîlê bûne û daxwaza yekitiya gelê Kurd kirin.
LAVÎN MEHMÛD- TEWAR PENCEWÎNÎ
Raperîn- Newroza Binarê Qendîlê di roja 21’ê Adarê de bi şahiyek girseyî û di nava serma û baranê de hat pîrozkirin. Bi hezran kes bi cil û bergên xwe yên çanda Kurdî beşdar bûn û Newoz pîroz kirin. Di şahiyê de peyamên yekitiya Kurdan û soza bilindkirina têkoşînê hatin dayîn. Jinên ku beşdarî şahiya Binarê Qendîlê bûn ji ajansa me re axivîn.
Şukriye Resûl ku ji Ranyayê beşdarî şahiya Newrozê bû der barê şahiyê de wiha axivî: “Ev cara yekem e ez beşdarî şahiya Binarê Qendîlê dibim, gelek kêfxweş im. Divê Kurdistan yek parçe be ez di wê hêviyê de me ku Kurd hemû bibin yek, deng û rengê xwe biparêzin.”
Pexşan Heme Emîn ku ji bajarê Silêmaniyê ye cara yekem e beşdarî şahiya Newrozê li binarê Qendîlê dibe hestên xwe wiha anî ziman: “Ez îsal gelek kêfxweş im ku ez dikaribûm beşdarî şahiya Newrozê bibim. Ez hêvîdar im her sal li Qendîlê em bi coşek mezin Newrozê pîroz bikin.”
“Newroz cejneke neteweyî ye û divê hemû Kurd yek bin”
Fewziye Elî ji Ranyayê beşdarî şahiya Newrozê bû got: “Cejna Newrozê cejnek neteweyî ye, em her sal tên Binarê Qendîlê Newroza xwe pîroz dikin, daxwaza me ew e ku Kurd hemû yek bin.”
Cemîle Mehemed xelkê Qendîlê ye û li Ranya dijî beşdarî şahiya Newrozê bûye wiha got: “Daxwaza min ew e ku Kurd hemû yek bin, ez her sal têm vê derê cejna Newrozê pîroz dikim, ez di wê baweriyê de me Kurdistan azad û serbixwe be.”
Jinek din ji Kobanê beşdarî şahiya Newrozê ya li Binarê Qendîlê bû da diyarkirin ku gelek kêfxweş e îsal beşdarî şahiya Newrozê bûye û got ku ew ji wê derê silav û rêzên xwe dişîne ji xelkên Qendîlê re.