Dayika Rojnameger Ferhat Tepe: Kujerên kurê min bibînin

Dayikên Şemiyê, di hefteya 889'an de nûçegihanê Rojnameya Ozgur Gundemê Ferhat Tepe yê 29 sal berê hat binçavkirin û qetilkirin bi bîr anîn. Dayik Zûbeyde Tepe wiha got: "Kujerên kurê min bibînin û derxin pêşberî edaletê."

Stenbol - Dayikên Şemiyê ku ji bo aqûbeta windayan bipirsin û darizandina kujerên wan, her hefte li Qada Galatasarayê çalakî pêktînin, di çalakiya xwe ya hefteya 899’an de bal kişand ser dosyayê nûçegihanê Rojnameya Ozgur Gundemê yê Bedlîsê Ferhat Tepe. Di çalakiya ku ji ber şert û mercên pandemiyê, bi riya online hat li dar xistin de, destpêkê dayika Ferhat Tepe Zûbeyde Tepe mafê axaftinê girt.

“Em tu carî dev ji doza wan bernedin”  

Dayik Tepe da zanîn ku kurê wê ji hêla kontrayan ve hate revandin û cenazeyê wî 10 roj piştre li qeraxê Gola Hazarê hate dîtin. Bi domdarî jî Tepe ev tişt anî ziman: “Kurê min li Goristana Bêkesan a li Xarpêtê hate definkirin. Piştî wergirtina cenazeyî, me li gelek deveran serlêdan kir lê tu saziyên peywirdar tiştek nekir. Ji wê rojê ve em li pey kujeran in. Kujerên kurê min bibînin û derxin pêşberî edaletê. Heta ku kujer tên girtin û darizandin jî dê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Çi sûcê kurê min çi bû? Kurê min kurd bû û şewitandina gundan, cînayetên kiryarnediyar dinivîsand. Îro jî rojnameger tên binçavkirin û girtin. Em bi zarokên xwe re ne û dê tu carî dev ji doza wan bernedin.”  

“Rojnamegerî ne sûc e”

Piştre jî xwîşka Tepe, Ayşe Tepe axivî û da zanîn ku 29’emîn salvegera qetilkirina birayê wê ye. Tepe, axaftina xwe wiha domand: “Rojnamegerên ku pênûsa Ferhat li erdê nehiştin û ji kevneşopiya Ozgur Gundemê tên îro jî rastî astengkirinên mezin tên. 16 rojnamegerên ku kevneşopiya Ozgur Gundemê didomandin hatin girtin. Em careke din bang dikin; rojnamegeriya ku li pey rastiyê û yên ku heqîqetê digihînin milyonan sûc nîne.”

“Hedef nîşandan û cezakirina rojnamegeran tu carî li ser vê xakê xelas nebû”

Daxuyaniya hefteya 899’an ji hêla edîtora Rojnameya Yenî Yaşamê Reyhan Hacioglu ve hate xwendin. Reyhan Hacioglu, ji bo Tepe edalet xwest û bal kişand ser girtina 16 rojnamegeran. Bi domdarî Hacioglu wiha got: “Rejîmên ku tundiyê weke rêbazekî bi kar tînin, dixwazin ku civakeke ku rastî û derewê ji hev dernaxe biafirînin. Ji bo vê jî serî li rêya xerakirina rastiyê û dezenformasyonê didin. Çapemeniya azad ku rastiyê dibêje û derewan teşhîr dike jî dibin tirsa dilê van rejîmane. Ji ber vê sedemê ye ku kevneşopiya dewletê ya bêîtîbarkirin, hedef nîşandan û cezakirina rojnamegeran tu carî li ser vê xakê xelas nebû. Heta 2 roj berê rojnamegerî weke sûc nîşan dan û 16 rojnameger hatin girtin.” 

“Ferhat Tepe bi îşkenceyê hate qetilkirin”

Bi domdarî Haioglu bal kişand ser hempîşeyê xwe Ferhat Tepe ku di bin çavan de hate windakirin û axaftina xwe wiha qedand: “Rojnameger Ferhat Tepe di 19 saliya xwe de nûçegihanê Ozgur Gundemê yê Bêdlisê bû. Weke her xebatkarekî çapemeniya azad, wî jî li gel xetereya ser jiyana xwe jî hewl da dengê kesên mafên wan hatine binpêkirinin bide bihîstin. Ferhat, di 28’ê tîrmeha sala 1993’yan de li navenda Bêdlisê ji hêla 3 kesên bêtêl pê re hate revandin. Piştî israra malbat û rojnameyê, saziyên dewletê gotin ku nehatiye binçavkirin. Lê malbat û rojnameya wî dev ji lêgerîna xwe berneda û 13 roj piştre li Goristana Bêkesan a Xarpêtê xwe gihandin cenazeyê wî.”