Dayika Rahşan Demîrel piştî salan cara yekem dengê xwe da

Dayika Rahşan Demîrel a ku di Newroza 1992'an de bedena xwe da ber agir, Emîne Demîrel piştî gotina Tayyîp Erdogan a ‘Me pêvajoya çareseriyê xist sarincê’ cara yekem çû ser sindoqan û dengê xwe bi karanî.

Mêrdîn – Dayika Rahşan Demîrel Emîne Demîrel a ku di sala 1992'an de li Kadifekaleya Îzmîrê bi gotina 'Wê Newroz bê pîrozkirin' bedena xwe da ber agir, ji sala 2015'an û vir ve piştî ku Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan gotibû ‘Pêvajoya çareseriyê me xist sarincê’ cara yekem çû ser sindoqê û dengê xwe bi kar anî.

‘Ji bo ev zilm bi dawî bibe min deng da’

Emîneya ku 8 salin ji bo bidawîbûna pêvajoyê neçû ser sindoqan, li Taxa Yenîşehîrê ya navçeya Artukluya Merdînê dend da. Diyarkir ku ji bo dawî li zilm û zordariya ku ji sala 2015'an û vir ve tê kirin, çûye ser sindoqan û got:  “Ji bo dawî li vê zilmê were ez çûm ser sindoqan min dengê xwe bi kar anî. Ji bo têkoşîna azadiya gelê me û demokrasiya li welêt serketinê dixwazim. Bi baweriya emê dawî li vê zilmê bînin ez hatim ser sindoqê.”